Diyarname
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrî (YNKS) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku bila nivîskarê kurd Ebdilhekîm Beşîr Xidir bê berdan.
Li gor daxuyaniya YNKS'ê roja 22'yê vê mehê li dor nîvrokî li gundê Miftî yê bajarê Hesekê endamê YNKS'ê û endamê komîteya rêveber a şaxa Hesekê nivîskarê kurd Ebdilhekîm Beşîr Xidir (ku bi navê Hekîmê Revê tê nasîn) ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin û ew nizanin birine ku derê. Li gor daxuyaniya YNKS'ê roja 27-7-2015'an de, Asayîşên giştî daxuyaniyek belav kiriye û tê de Xidir bi "piştgiriya çeteyên çekdar û piştgiriya derbasbûna pêşmergên Rojava" tohmetbar kiriye. YNKS dibêje em em şêweya binçavkirinê û tohmeta ku, bi hevalkarê me hatiye vekirin ne rast û durist dibînin û ji rêveberan xwestine hevalê wan bê berdan.


