Diyarname
Hevserokê BDP'ê li ser boykota dibistana bersiva Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da û got: "Serokwezir bi xwe jî berê, ji ber ku azadiya baweriyê nîn bû dibistanên li Tirkiyeyê boykot kir û keça xwe ya ser girtî li Amerîkayê da xwendin. Niha Serokwezîr dibêje boykot sûcekî zagonî ye."
TZPKurdî biryar girt ku di navbera 20-25'ê vê mehê de, ji bo balê bikişîne ser perwerdehiya bi kurdî û daxwaza perwerdehiya bi kurdî bike dibistanên bi tirkî boykot dike.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî piştgirî dabû vê helwestê û gotibû ez zarokên xwe naşînim dibistanê.
Li ser vê yekê Serokwezîr Erdogan li hemberî vê yekê reaksiyonên tûj nîşan dabû.
Piştî bersivae Erdogan, li Wanê Demirtaş dîsa bal kişand ser meseleyê û wisa got: "Serokwezir bi xwe jî berê, ji ber ku azadiya baweriyê nîn bû dibistanên li Tirkiyeyê boykot kir û keça xwe ya ser girtî li Amerîkayê da xwendin. Niha Serokwezîr dibêje boykot sûcekî zagonî ye. Yê ku gotibû 'asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye' serokwezîr bi xwe bû. Biryara boykotê yê TZPKurdî ye. Em jî wekî partî piştgirî didin vê. Ji bo perwerdehiya bi kurdî em piştgirî didin. Em gotinên 'ev kirin paşverû ye û sûceke zagona bingehîn e' şermezar dikin. A rast mejiyê wan mejiyeke paşverû, yê serdema navîn e. Her sal bi mîlyonan zarokên kurd dikeve ber asîmîlasyonê. Serokwezîr keça xwe şand Amerîkayê. Ez zarokên xwe bişînim ku? Emê perwerdehiya bi kurdî li welatê xwe bikin."


