Rojnameya Taraf kincê transparan a Tugçe Kazaz ku ji binî de bîkîniya wê dixuya sansur kir, dekolteya wê jî veşart.
Taraf li Tirkiyeyê wekî rojnameyeke lîberal tê nasîn. Tarafê nûçeya li ser rojên modayê yên li Stenbolê amade kir. Di nûçeyê de wêneyê manken Tugçe Kazaz ku di vê çalakiyê de hatibû kişandin weşandin lê wêne hat sansurkirin.
Di wêneyê ku Tarafê weşand de bi teknîka photoshopê pareo heta ser milê Kazza hat dirêjkirin û bi vî awayî dekolteya singê bi temamî hate girtin.
Li ser pirsa ku çima wisa kirine Gerînendeyê Weşanê yê Tarafê Ahmet Altan wisa gotiye: "Sekreterê rûpelê ji ber ku meha Remezanê ye terciheke wisa kiriye. Ev xetaya me ye, yan divê me ew foto neweşanda yan jî divî me wekî xwe bikar bianiya."
Vane her du wêne: