GIRKÊ LEGÊ
6'emîn Kongreya PYD'ê bi beşdariya 300 delegeyên ji sê kantonan, 300 mêvanên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê, di roja duyemîn de dewam dike. Di roja duyemîn de çapemenî negirtin hundir.
Di roja yekemîn a kongreyê de li ser navê gelek partiyên Kurdistanî û rêxistinên cuda axaftin hatin kirin.
Roja duyemîn a kongreyê saet di 09.30 bi xwendina navê delegeyan û hilbijartina dîwana rêvebera kongreyê Rojîn Remo, Sebeh Osman, Ebdulselam Mustefa, Welat Omer, Nadicda Mele Reşîd destpê kir.
Di roja duyemîn a kongreyê de raporên rêxistinên PYD’ê yên sê katnonên Rojava û qadên din hatin xwendin, li ser rêziknameya PYD’ê hatin kirin.
Dûre hilbijartin çê bû, Hevserokên PYD’ê Salih Muslim û Asya Abdullah careke din hatin hilbijartîn.
**
Nûçeya eleqedar:
- Notên ji kongreya PYD'ê, 'Wekî Kongreya Neteweyî bû' (Roja 1'emîn)