Diyarname
300 ciwanên endamên SGDF'ê (Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst) ku hatibûn Pirsûsê li Navenda Çanda Amara diman. Wê biçûna Kobanî. Diruşma wan ji bo Kobanî ev bû, "Me bi hev re parast, emê bi hev re ava bikin"
Plan ev bû: Van ciwanan bi xwe re pêlîstok anîbûn û li Kobanî dê ji bo zarokan cihên pêlîstokan çêbikin. Wan dê parkên zarokan çêbikira. Her wiha ji bo çêkirina dibistanan li Kobanî dê bixebitiyana. Ligel zarokan pirtûkên ku dê bi xwe re bibirana Kobanî jî hebûn.
Duh Qeymeqamiya Pirsûsê destûr neda ciwanan derbasî Kobanî bibin. Û îro van ciwanan li Navenda Çanda Amara dê daxuyanî bidana çapemeniyê. Tam wê demê bombe teqiya.
Polîsan lêgerîn kir lê!
Ciwan dema dikevin Pirsûsê li destpêka Pirsûsê li ser wan lêgerîn çêdibe, lê tê îdîakirin ku piştî lêgerînê êrîşkar ketiye nava wan.
Yek ji kesê ku ji bûyerê filitî Tunahan Turhan wisa qala meseleyê kir: "Ji bajarên wekî Stenbol, Enqere û Entabê em wekî komên 20 kes parçe parçe hatin Pirsûsê. Di ketina Pirsûsê de polîsan lêgerîn pêk anî. Du hevalên me hatin binçavkirin. Paşê em wekî komên biçûk çûn navenda çandê. Pêşî dengê teqînek biçûk hat, ya mezin paşê hat."
Em li dor 150 kesî wir bûn
Ji kesên ji bûyerê filitiye Murat Akdag jî wisa got: "Saet li dor 12'yan ji bo ji nû ve avakirina Kobanî me civîn çêkir. Li bexçeyê li dor 150 kesî hebû. Dema me daxuyanî dixwend teqîn çêbû. Me ferq nekin êrîşeke întîxarî ye yan na."
Dixtor: Tesîra bombeyê jî şewatê jî heye
Cîgerê Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Reşat Dogan wisa got: "Ez êrîşê şermezar dikim. Dema ji ser 30'î re birîndar anîn vir 6 jê jiyana xwe ji dest dabûn. Piraniya nexweşan li nexweşxaneyên din in. Ji şewatê bigire, heta bandora parçeyên bombeyê yên bi bandor her cure birîndar hene. Nexweş dema anîn vir ji vir jî em şandin nexweşxaneyên din."
Cenaze birin Entabê
Cenazeyên kesên wefat kirin ji bo otobsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Entabê. HDP'ya Entabê ji bo alîkariya malbatên şehîdan maseya alîkariyê saz kiriye.
HSYK'ê 2 dozger şandin
Ji bo diyarkirina navan, lêkolîna cihê bûyerê, lêkolînkirina bûyerê ligel dozgerên Pirsûsê, HSYK'ê (Lijneya Bilind a Dozger û Hakiman) ji Rihayê jî du dozger şandin cihê bûyerê.
Heyet li Pirsûsê ne
Heyetek ku ji HDP, DBP, HDK û KCD'ê pêk hat ku di nav de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û gelek mebûsên HDP'ê jî di nav de çûn Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir.
Her wiha CHP û AKP'ê jî heyet çêkirin û şandin navçeyê.
Buldan: Ciwan hatibûn cem min
Cîgera Serokên Koma HDP'ê Pervin Buldan ji ser twitterê wêneyek xwe û ciwanan weşand û got: "Endamên SGDF'ê ciwan hefteyek berê li Enqereyê hatin cem min. Dixwestin li Kobanî park, pirtûkxane û daristana bîranînê çêbikin."
KCD'ê "Roja Şînê" ragihand
Saziyên sivîl ên di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ne piştî bûyerê bi lezgînî îro civayan. Biryar girtin ku roja 21'ê Tîrmehê wekî Roja Şîna Neteweyî bê îlankirin. Her wiha biryar girtin ku her kes alên reş li mal, kargeh û erebeyên xwe bidaliqînin.
Endama MP'ya HDP'ê û kurê wê mirin
Endama Meclisa Partiya (MP) HDP'ê Ferdane Kiliç û kurê wê Nartun Kiliç jî di bûyerê de wefat kirin. Metin Kiliç ku jina wî û kurê wî jiyana xwe ji dest dan di hilbijartina îsal de li Bûrsayê berendamê mebûsiyê bû. Metin Kiliç bi bihîstina bûyerê re berê xwe da Pirsûsê. Hat gotin ku keça Kiliç Sinem Kiliç jî birîndar e.
Hin navên jiyana xwe ji dest dan
Vê sibê (21.07.2015) hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 32'yan. Vane navên ku hatine diyarkirin:
Alper Sapan
Alî Can Vûral
Aydan Ezgî Salci
Buşra Mete
Cebraîl Gunebakan
Cemîl Yildiz
Çagdaş Aydin
Dîlek Bozkurt
Ece Dînç
Emrûllah Akhamûr
Erdal Bozkûrt
Ferdane Kiliç
Hatice Ezgi Saadet
Îsmet Şeker
Kasim Deprem
Koray Çapoglu,
Medalî Barûtçû
Mehmet Alî Vural
Mucahît Erol
Mûrat Yûrtgul
Nartan Kiliç
Nazegul Boyraz
Nazli Akyurek
Okan Pîrînç
Osman Çîçek
Serhat Devrîm
Suleyman Aksû
Ugur Ozkan
Veysel Ozdemir,
Yunus Emre Şen
Û du jinên hê nasnameya wan nehatiye diyarkirin.
Şermezarkirin
Ji DYA'yê Berdevkê Qesra Spî, Wezîrê Karên Derve yê Îngilistan, Almanya, Serokê Neteweyên Yekbuyî Ban Ki Moon daxuyanî dan û komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî daxuyaniya şermezarkirinê weşand.
KCK'ê di daxuyaniya weşand de got ku AKP'ya ku DAIŞ mezin kir berpirsê komkujiyê ye
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Yuksekdag: 'Li sînor bêyî MÎT'ê tu kes nikare tevbigere'
- Li her derê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin
- Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin
- Bi bihîstina komkujî re HDP bi lezgînî dicive, mebûs diçin Pirsûsê