Diyarname
HDP ku di hefteya duyemîn de niha "Nobeta Wijdan û Edaletê" li Stenbolê didomîne biryarên nû girtin. Li gor biryara di meha pêşiya me de dê li 6 bajaran, li Amed, Stenbol, Îzmîd, Edene, Wan û Mêrsînê mîtîngan li dar bixe.
Her wiha ligel hemû dorpêça polîsan, pêşî lêgirtina mirovan jî nobet didome û serdana sazî û şexsan jî didome.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê heta 7'ê mehê li Yogurtçu Parki ya Kadikoya Stenbolê dê bidome û 8'ê mehê dê li Wanê dest pê bike. Hefteya borî li Amedê dest pê kiribû.


