Diyarname
Weşanxaneya Lîsê pirtûka Emily Dickinson a bi navê "Ev nameya min e ji Cîhanê re" ku têde 109 helbest cih digirin bi wergera Kawar Nemir a ji îngilîzî diyarî xwendevanên helbesta kurdî kir.
Pirtûk di bin beşa Rêza Helbesta Cîhanê de bi kurdî hate weşandin. Di vê beşê de berê Hemû Soneyên William Shakespeare jî hatibû weşandin.
Helbestkara amerîkan Emily Dickinsonê, bi navê xwe yê din, “rehbika Amherstê”, di saxiya xwe de, navê xwe – ji bilî heft helbestên xwe yên ku ji nava 1800 helbestên wê de hatine çapkirin – li ser kaxiz, rojname û kovaran çap kirî nedît. Wê xwe gorî “nivîsberî”ya xwe ya veşartî kir û îro li qelemê tê dayîn ku wê baş kiriye wisa jiyaye û ev cîhan ji durr û mirwariyên helbesta xwe ya berz û bo demeke dirêj berze bê par nehiştiye.
Dickinsonê di helbestên xwe de li dora du hêmayên sereke pêgermok gerand, ku yek jê “Evîn” bû, yek jê jî “Mirin”. Li dû jiyana xwe ya helbestî wê ew qasî xwe veşart ku malbata wê jî nizanibû ew ji sibehê heta êvarê di odeya xwe de çi dike. Ji sala 1858’an û pê ve, Dickinsonê pirraniya helbestên xwe di pakêtên ‘fasîkulan’ de berhev kirin, yên ku wê bi xwe bi ta û derziyê ve ciz û bend dikirin. Bijarteyeke van helbestan di 1890’î de derkete holê.
Dickinsona ku li jêr kartêka John Keats, John Ruskin, Robert Browning û Sir Thomas Browne maye, bo wê her wiha girîngtirîn nivîskar; Shakespeare, Elizabeth Barrett Browning, Charlotte û Emily Brontë, George Eliot û George Sand bûn.
Di 1861–62’yî de, Dickinson tûşî qeyrana tûreyê bû, di 15’ê Gulana 1886’an de, li Amherstê, di pêncî û pênc saliya xwe de koça xwe bar kir. Piştî mirina Dickinsonê, xwîşka wê Laviniayê di berkêşkeke li odeya wê de, hezar û heşt sed (1800) helbestên wê peyda kirin, ku heta wê hingê ne Lavinia, ne bavê wê, ne jî kesekî din bi vê mezintirîn helbestkara jin a helbesta Emerîkan hisiyabû. Îro hemû raya giştî ya helbesta cîhanê hembîr e ku Dickinsonê, piştî Sapphoya Yewnan, helbestên herî bedew nivîsandine, wê li gel Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Edgar Allan Poe, tixûbên helbesta Emerîkan diyar kirine.
Bi boneya derçûna "Ev nameya min e ji Cîhanê re", 109 helbestên Emily Dickinsonê, Lîs bo raya giştî dide zanîn ku bi mebesta geşkirina helbesta Kurdî ya ku di qonaxeke xwe ya nû ya xwenûjenkirinê de ye, dê ev Rêza Helbesta Cîhanê bi navên gerdûnî yên wekî John Donne, William Blake, Samuel Taylor Coleridge, John Keats, Sylvia Plath, Anne Sexton, Langston Hughes, Carl Sandburg, Stephen Crane, Erich Fried û ji rojhilat û rojava bi gelek navên din berdewam be!
Ev nameya min e ji Cîhanê re / Emily Dickinson / Werger: Kawa Nemir / Helbest / 134 rûpel