RIHA
Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li cihê teqînê axivî û got: "Ya li vir ne îxmal û kêmasiya ewlehiyê ye raste rast organîzasyonekî mezin e. Li sînorê Rojava bêyî MÎT'ê tu kes nikare gavekê bavêje û tev bigere." Yuksekdag anî ziman ku berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariya siyasî ye.
Heyetê lêkolîn kir û bi welatiyan re axivî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Berdevkên HDK'ê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û parlementerên HDP'ê Leyla Guven, Gulser Yildirim, Edîp Berk û Çagla Demîrel li cihê teqînê lêkolîn kirin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axaftina xwe bi gotinên "300 ciwanî bi xwe re ji bo zarokên Kobanî yên ji komkujiyê derketine pêlîstok, ji bo ji nû ve Kobaniya vegeriyaye xirabeyê şitil anîn. Ji van 30 ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo êrîşên wisa namerd bike li Tirkiyeyê xwe rêxistin kir" dest pê kir. Yuksekdag diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên li tevahiya Rojava têk diçe serî li komkujiya dide. Yuksekdag anî ziman ku gava pêşî a komkujiyê bi êrîşa Amedê dest pê kir û divê teqez tedbîr bên girtin û piştî van hişyariyan ew hedef hatin girtin.
'Desthilatdarî hevkarê komkujiyê ye'
Yuksekdag got, "Bi çeteyê DAIŞ'ê re na bi me re têkoşîn kirin" û wiha axivî: "Bi salan ji gotina DAIŞ rêxistina terorê ye reviyan. Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê hevkarê komkujiyê ye. Heke ev ciwan jî wekî çeteyên DAIŞ'ê bi çekan û veşarî li sînor derbas bibane îro nedihatin qetilkirin. Yên çekan, bombeyan hildigirin û komkujiyan dikin rehet digerin û berpirsiyarê vê yêkê jî desthilatdariya siyasî ye. Li Tirkiyeyê û yek jî li vî sînorî, yanê sînorê Rojava tu kes nikare bêyî MÎT'ê tev bigere."
Ne kêmasiya ewlehiyê, organîzasyonekî mezin e
Yuksekdag da zanîn ku daxuyaniyên hikumetê yên dawî û piratîkên dawî ji komkujiyê re zemîn amade kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Operasyonên demên dawî, komkujî, zimanê nefretê ji komkujiyê re zemîn amade kir. Li vir berpirsiyariya Waliyê Rihayê û hêzên ewlehiyê heye. Divê demildest Waliyê Rihayê û hêzên din ên ewlehiyê yên hevkariya vî sûc kirin ji peywirê bên girtin.Li vir tu îxmal û kêmasiya ewlehiyê tune ye li vir organîzasyonekî gelek mezin heye."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li her derê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin
- Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin
- Bi bihîstina komkujî re HDP bi lezgînî dicive, mebûs diçin Pirsûsê


