logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Êrîşên li ser Helîm Yûsiv hat şermezarkirin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li ser êrîşê li dijî nivîskar û endamê HRRK'ê Helîm Yûsiv daxuyaniyeke

  • Dîrok: 06/07/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li ser êrîşê li dijî nivîskar û endamê HRRK'ê Helîm Yûsiv daxuyaniyeke nivîskî weşand û ew êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser kampanyaya reşkirina Helîm Yûsiv û wiha gotin: "Em vê kampanyaya reşkirinê şermezar dikin û em di vê derbarê de xwe li kêleka hemkarê xwe û berdevkê xwe yê ragihandinê dibînin."

Vaye hemû daxuyaniya HRRK'ê:

"Di derbarê êrîşên li ser nivîskar Helîm Yûsiv de

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, ku hem rêjîmê û hem jî hêzên dijberî wê ew ajotin ber bi şerekî çekdarî ve, wisa jî miletê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve li hember rewşeke nû rû bi rû ma. Vê rewşa aloz tu kes û tu derdor ji ziyanê, zorê, hejarî û malwêraniyê bêpar nehiştin. Pêre jî û bi piştgiriya destên ji derve re alîgiriya nijadî, olî û mezhebî her ku çû xurtir bû. Vê yekê siya xwe avêt ser hemû warên çandî, siyasî û civakî li Sûriyê bi giştî û di nav kurdan de bi taybetî. Di wê navberê re hêzên xwedî dîtin û bîr û baweriyên cuda ketin tevgerê, da ku di asta hundir, ya herêmê û ya navneteweyî de li çareseriyan bigerin. Şerê Kobanî û yê Girê Sipî bi serkeftinên siyasî û leşkerî bi encam bûn. Van serkeftinan pişt li rêxistina terorîst DAIŞ şikand û têkiliya wê bi çavkaniyên wê yên jiyanê yên derve re qutkir. Vê rûdanê hêvî da hêzên hevpeyman ku dijî DAIŞ’ê şer dikin. Ji hêla din ve hemû hêzên ku têkçûna wê wekî ziyaneke mezin ji bo xwe didîtin dest bi kampanyayên reşkirinê dijî miletê kurd û tevgera wî ya siyasî û çekdarî kirin. Hem ew aliyên ku alîgirên aramiya civakî ne anîn dijî hev û hem jî agirê dijminayiyê di navbera hemû pêkhateyan de vêxistin. Bi devê hin rêxistin û aliyan daxuyaniyên reşkirinê û fitû li dijî hêza ku pişta DAIŞ dabû erdê belavkirin û xwestin hêzên kurd bi paqijkirina nijadî ya dijî ereb û tirkmenan tawanbar bikin û fitûyên gunehkariya tevlêbûna hêzên kurdan derxistin. Berdewamiya vê kampanya reşkirinê xwe di alavên ragihandinê de jî da der û siya xwe avêt ser qada rewşenbîrî û çandî ya vî welatî. Di nav vê kampanyayê de hin derdorên çandî û kesên ku di bin navê rewşenbîriya kurd de jî xwe didin pêş, cih girtin. Bi têkçûna DAIŞ’ê û hêzên tariyê re ev kampanya xurtir û pir alî bû. Ji wanên ku rastî êrîşên dijwar yên vê kampanyayê hatin hevkarê me, nivîskar Helîm Yûsiv bû, ku berdevkê ragihandinê yê rêxistina me ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev kampanya reşkirinê ya dijî Helîm Yûsiv dijî me hemûyan e, her wiha dijî hevgirtina me û nirxên me yên çandî û neteweyî ye. Ev nirxên giranbuha ku dijminên doza me, di riya hin rewşenbîrên nijadkurd re, dixwazin ku me jê dûr bixînin. Di demekê de ku pêdiviya miletê wan ê di bin gefxwarina nemanê de bi wan bixwe jî heye.

Her wisa dijwariya van êrîşan gihîşte wê radeyê ku hin daxwaznameyên fermî ji Hevgirtina Nivîskarên Sûriyê re bêne şandin, nameyên vekirî û girtî bêne belavkirin, îmzeyên nivîskarên ereb bêne berhevkirin da ku Helîm Yûsiv ji birêveberiyê û ji wê Dezgeha Nivîskarên Sûriyê bê avêtin. Ev hemû mirov dajon ber bi encameke wiha ve ku ev kes bi vê rola xwe ya neyênî ji hemû erkên rewşenbîriyê dûr dikevin.

Em vê kampanyaya reşkirinê şermezar dikin û em di vê derbarê de xwe li kêleka hemkarê xwe û berdevkê xwe yê ragihandinê dibînin. Her wisa ji bo avakirina têkiliyên saxlem ku pala didin wekheviyê, sînga me li ber hemû kes, alî, derdor û dezgehên Sûrî vekiriye û li ser bingeha dûrketina ji berjewendiyên takekesane û teng û nêzîkbûna ji berjewendiyên giştî ku xêra her kesî têde heye.

Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK

6.7. 2015"

*** 

Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Helîm Yûsiv di heman demê de nivîskarê malpera me ye. Em baş dizanin ku Helîm Yûsiv neyatiya tu gelî nake, êrîşê kesî nake. Em jî wekî malper kampanyayên reşkirinê yên li dijî Yûsiv şermezar dikin û em dibêjin heta dawî em li cem nivîskarê xwe ne.

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Vane wezîrên nû yên hikumeta Tirkiyeyê

ad

Serketerê NATO'yê: Li Sûriyeyê çareseriya siyasî divê

ad

Ji gundekî kurdan heta Escobar, 9 fîlm hene

ad

Cizre Sporê peymana 17 lîstikvanên xwe betal kir

ad

Xelat dan Salih Muslim

ad

22 rojnameger hatin berdan, 3 hê bin çavan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname