ENQERE
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû, wezîrên hikûmeta 62. aşkera kir. 4 navên nû tevlî desteyê bûn.
Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ku piştî lîsteya desteya wezîran a nû pêşkêşî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir ji Qesra Çankayayê derket, derbasî avahiya Serokwezaretiyê bû û wezîrên hikûmeta 62. aşkera kir.
Li gorî lîsteya hat aşkerakirin wezîrên nû ev in: Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Alî Babacan, Yalçin Akdogan û Nûman Kûrtûlmûş, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Ayşenûr Îslam, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir, Wezîrê Zanistî, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik, Wezîrê Ewlekariya Kar û Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Îdrîs Gulluce, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Xwezayê Taner Çelîk, Wezîrê Spor û Ciwanan Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywankariyê Mehdî Eker, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nûrettîn Canîklî, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Wezîrê Pêşvebirinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Maliyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Parastina Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû û Wezîrê Ragihandin û Deryavaniyê Luftî Elvan.


