Diyarname
Tîma fûtbolê ya Cîzre Sporê di Koma 1'emîn a Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Maça dawî ya îsal 29'ê avrêlê hat lîstin û lîg bi dawî bû. Cîzre Sporê lîg di rêza 13'emîn de temam kir. Ji bo tîmek wekî Cîzreyê di lîgê de mayîn serketin e.
Cîzre Spor niha amadehiya sala bê dike. Di vê çarçoveyê de klûbê ligel 17 lîstikvanên xwe peymana xwe betal kir. Klûbê û lîstikvanan li hev kir û peyman betal bû. Ji bilî van tenê du lîstikvan Emrah Gunaydin (Li Ceyhanê hatiye dinê, 21 salî ye), Vedat Aydin (li Batmanê hatiye dinê, 24 salî ye) û hin lîstikvanên ciwan man. Cîzre Spor di sala 2015'an de di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de heta maçên koman hatibû û navdar bûbû. Niha rêveberiya klûbê dixwaze ji bo sala bê hin gavan biavêje. Di facebooka fermî ya klûbê de piştî ragihandina biryara betalkirina peymana lîstikvanan, gelek kesî daxwaza mayîna qeleparêzan kir.