Diyarname
22 rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
Rojnameger du roj berê di bi serdegirtina avahiya Gundemê de hatibûn binçavkirin. Di nav wan de Xwediyê Weşanên Do Huseyîn Gunduz û nûçegihanên ÎMC TV jî hebûn. Ew li qereqolên Kasimpaşa, Taksim û Karakoy hatibûn girtin û îro derxistin pêş dadger. Dadger piştî îfadeyê ew berdan.
Di vê navberê de Gerînendeyê Weşanê yê Gundemê Bilir (Zana) Kaya, Berpirsê Nivîsaran Înan Kizilkaya û nivîskar Asli Erdogan hê li Emniyetê di bin çavan de ne.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bi manşeta 'Emê serî netewînin' li bayiyan e


