Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş rewşa mal û milkê xwe pêşkêşî meclisê kir. Li gor daxuyaniya ku Demirtaş daye meclisê li Amedê mala ku têde rûdinin û du erebeyên wan ên ku li ser jina wî Başak Demirtaş qeydkirîne hene.
Mala Demirtaş li taxa Peyasê ye û buhaya wê bi 260 hezar TL'yî ye.
Erebeyên wî jî yek jê bi 55 hezar TL'yî dike û ya din jî bi 135 hezarî dike. Ji bilî van ne pere, ne zêr û zîvên Demirtaşî hene.
Niha raya giştî li bendê ye ku Serokên din ên partiyên din ên li meclisê jî hebûna xwe eşkere bikin ka çi yê wan heye-tune ye.