Silêmanî
Îşev li bajarê Silêmanî hêzên ewlehiyê bi ser avahiya televîzyona NRT de girtin û karmendên televîzyonê binçav kirin.
Nûçegihanê ajansa Rojrewsê Soran Hisên li cihê bûyerê wiha ragihand; “Li pêşiya televîzyona NRT barîkat hatine danîn û hêzên ewlehiyê rê nadin tu kes û çapemenî nêzî avahiyê bibin. Me wekî rojnameger xwest dîmen bigirin, lê bi tu şêweyek rê nedan me.”
Her wiha cigirê rêveberê NRT Kawe Ehmed li ser hesaba xwe ya Facebookê wiha ragihand; “Hêzek ewlehiyê bi ser qenala NRT de girtiye. Weşana qenalê rawestandiye û tevahî karmendên qenalê binçav kirine.”
Li aliyek din li gor ofîsa Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikumeta Herêma Kurdistanê ku îmzeya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Xalîd Dûskî li ser e, wiha ragihand; “Li ser pêwendiya telefonê ya bi Waliyê Silêmaniyê, diyar dikin ku qenala NRT ya Erebî û Kurdî gel ber bi xwepêşandanê û serlêdana tundiyê ve biriye. Ev jî bûye sedema şewitandina navendên hikumet û cihên giştî. Me jî ji bo hefteyekê biryara girtina vê qenalê da.”
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Başûr xwepêşandanên îro (19'ê mehê)
- Agahiyên li ser xwepêşandanên Başûr (18.12.2017)


