Mêrdîn
Heyeta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku dixwest ji bo lêkolînkirina rewşa herêmê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe hat astengkirin. Piştî rawestina 2 rojan heyet bi paş ve vegeriya.
Heyet ev demek bû dixwest here Rojava. Piştî bersiva erênî ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê girt, duh berê xwe da Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê, lê ji aliyê Walîtî û Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrdînê ve hat astengkirin. Tevî astengiyan jî heyet çû bajaroka Dirbêsiya Serxetê ya girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê û hewl da ku derbasî Dirbêsiya Binxetê bibe. Lê heyet heta îro serê sibehê jî li ser sînor hate rawestandin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got ku wan duh bi Waliyê Mêrdînê re hevdîtin pêk anî, Walî jî diyar kiriye ku wan fermana Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Karên Derve ji rayedarên leşkerî re ragihandiye, lê dîsa jî destûra derbasbûnê nehatiye dayîn. Turkdogan, da zanîn ku duh ji ser sînor vegeriyane û îro serê sibê dîsa bi walî re hevdîtin pêk anîne û xwestine ku rayedarên leşkerî astengiyê rakin. Turkdogan got xuya dike rayedarên leşkerî li gor kêfa xwe tevdigerin û guh nadin hikumet û wezîran.
Turkdogan destnîşan kir ku tu mafê leşkeran tune ye wan asteng bike û tenê karê leşkeran ew e ku sînor biparêze.
Li ser astengkirina rayedaran heyeta ÎHD’ê çûyîna xwe ya Rojava ji bo demeke din taloq kir.
Serokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di dawiyê de ev astengkirin şermezar kir û got: “Diyar dibe ku dorpêçkirin û ambargoya li ser Rojava didome. Bêguman em ê wekî parazvanên mafên mirovan biçin Rojava û bi parazvanên mafên mirovan ên li wir re biaxivin. Bi sînorên ku di salên 1920’an de hatine xêzkirin ev kar nameşe. Nîviya dilê me li wî alî, nîvî li vî alî ye. Em ê derbarê rayedaran de gilî bikin.”
***
Nûçeya eleqedar: