logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çîroka Elayê

Bi çîroka Elîzabeta Polonî dest pê dikim. Elîzabet cîrana min bû, bi kurtî jê re Ela digotin. Jineke ciwan, lihevhatî 36

  • Dîrok: 16/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Bi çîroka Elîzabeta Polonî dest pê dikim. Elîzabet cîrana min bû, bi kurtî jê re Ela digotin. Jineke ciwan, lihevhatî 36 salî bû. Du keçên wê hebûn. A mezin diçû dibistana navendî ya piçûk jî dibistana seretayî dixwend. Her du keç jî ji mêrên cuda bûn. Ligel ku Ela ji her du mêran jî cihê bû, dîsa jî pêwendiya wan a bi zarokan re her dewam dikir. Bi rêk û pêk hev didîtin. Keçika mezin ku temenê wê 16 salî bû, bi hevalê xwe yê xort re dihat malê. Xort bi şev jî li mala wan dima. Ela ya ku di nav demê de em pir hogiriyê hev bûbûn, rojekê got: “Keçika mezin ducanî ye!” Ya rastî kes li benda xebereke wisa nebû. Li dû pirsên çi, çawa, çima û kengê? Derî û cînarên nêzî Elayê ew rexne kirin: “Tu kurê xelkê li mala xwe razînî, helbet wê wiha bê bi serê te.” Ela bi baldarî guhdariya wan rexneyan dikir û di dawiyê de wiha got: “Haya min ji wan hebû, bê çi dikin û min jî bi zanebûnî rê li ber wan vekir.” Ev gotin cîranên mîna me yên rojhilatî pirtir di nav meraq û rexneyan de wer kiribû. Û Ela dewam kir: “Min di liv û lebatên wan de derxistibû, li dewsa ku biçin di bin daran de û li kolanan bikin, bila li mala xwe, di paqijiyê de bikin. Ma ne çêtir e?”

Piştî demekê keçik û bavê zarokê ku ew bi xwe jî rusî bû ji hev qetiyan. Vêca hem keçikê û hem jî hevalên Elayê gotin: “Divê ev zarok çênebe, vaye hev du jî berdan, wê pirsgirêkên ligel zarokî jî rûbidin.” Ela ji ya xwe nehat xwarê. Di encamê de kurekî xweşik û şîrîn hat dinê, navê wî Leo lê kirin.

Rewşa malbatê û bi taybetî Elaya ku ji xwe re digot: “Ez makîneya têkoşîna jiyanê me.” Dên û bala dostan jî cezb dikir. Gelo ew dê çawa bijîn, wê têkiliyeke çawa pêk bînin?

Dûre demeke dirêj em ji hev dûr ketin, min ji Berlînê koçî bajarekî din kir. Sê salan şûnde gava ez hatim. Çi bibînim. Leoyê me mezin bûye, hîn şîrîntir bûye, diaxive jî. Bi xerîban re rasterast bi almanî diaxive, bi dê, xaltî û dapîrê re Polonî û bi bavê xwe re jî bi rusî têkilî datîne. Leoyê gawir ku derî cînaran, dost û hevalan dixwestin hîna di maka dayîkê de ye, wî bifetisînin, di warê têkilî û ziman de nûwezayan afirandibû. Ela pir bextewar bû, digot: “Leo tahm û çêjeke dîtir li mala me peyda kir.”

Her gava ez li ser malbata polonî hizir dikim ya rastî aliyekî dilê min jan dide. A yekemîn ew keç û jinên ku ji ber sedemên qaşo namûsê bi destê mêran tên kuştin û ya din jî babeta ziman e.

Ela bi xwe jî çend mêr kiribûn û jiyaneke azad dijiya. Ne mêrên wê yên berê û ne jî malbata wê ev wekî kêmasiyek nedidîtin. Keça wê 16 salî di mala wê de ducanî dima û wê ew bi germahî hembêz dikir.

Zarokê dihat dinê hîna ji destpêkê ve bi sê zimanan dihat perwerdekirin û di rewşa Almanya de ew tê maneya pirzimaniyê jî.

Malbatên kurd û bi taybetî jî misilmanên Ela nas dikirin, hewl didan xwe jê û ji zarokên wê dûr bigirin. Li gorî wan ew ji aliyê exlaqî ve ne paqij bûn.

Di vê roja Cejna Zimanê Kurdî de ev serpêhatiya malbata polonî çima hate bîra min, nizanim. Lê ya ku ez pê diêşim an jî bi birîna xwe baş dizanim.

Divê em xwe nexapînin, mixabin di warê ziman de rewşa me ne baş e. Di van çend rojên dawiyê de bi baldarî ez dêna xwe didim nûçe û şîroveyên li ser ziman û encama derdikeve holê hîç nabe sedem ku piçek jî be dilê mirovî rehet bibe.

Tevahiya lêkolînên li bakurê Kurdistanê didin nîşan ku di asteke bilind de zimanê kurdî dihele û têk diçe. Helbet ji bo hinekan kurdî ne pirsgirêk e, heta bi tevahî ji holê rabe belkî ji bo wan ‘bi xêrtir jî’ be. Lewra hewl didin bidin jibîrkirin jî. Lê ez ya qaşo welatparêzan fahm nakim.

Li vir li Ewropa jî em gelek caran rastê kesên wisa tên. Dê bi kurmancî dizane, bav bi kurmancî û dimilkî dizane, navê zaroka wan bi kurdî ye û zarok yek peyv bi kurdî nizane. Ew kesên ku ji zanîngehan perwerde bûne û di siyaseta legal a kurdan de jî cih digirin, mirov tênagihîje bi çi wijdan û ferasetê zarokên xwe qetil dikin. Li aliyê din gelek pirtûk û rojname yên kaxiz û yên sanal tên amadekirin, lê mixabin ew jî di nav çarçoveyeke teng de dimînin. Ango komeke kurdîxwîn xwe bi xwe dinivîsin û dixwînin, ew jî têra kewandina birînê nake.

Ligel zexta dijminan û ‘kujerên zarokên xwe’ jî em hêviya xwe winda nakin. Bi tenê ez dixwazim jina polonî bînim bîra wan. Werin em jî bi qasê wê nebe jî, ji çaran yek mîna wê bi namûs bin. Ma gelek zor e?

Cejna Kurdîhezan pîroz be…

16.05.2020, Yenî Ozgur Polîtîka
**

Têbinî: Sernavê nivîsê "Kujerên zarokên xwe" bû, me guhart. 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nivîskar Cîhan Ozyildiz piştî 30 sala hat berdan

ad

Ji pênûsa Îbrahîm Gurbuz 'Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkçî' derket

ad

Serokê Diyarbakir Sporê çû serdana Bahçeli

ad

Ji Heyva Sor a Kurd ji bo Rojava bangeke lezgîn

ad

Luce qeyrana dil derbas kir

ad

Maradona rakirin nexweşxaneyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname