logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Di romana "Bawerî" ya Ahmedê Hepo de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê

Ez berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û A

  • Dîrok: 02/11/2019
  • Beş: Serbest

Welat Ramînazad


Ez berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û Azerbeycanê dijîn, gelekî meraq dikim. Hindê ku ji min tê ez dixwazim wan berheman bixwînim.

Li gorî baweriyekê ji nîv mîlyonî zêdetir kurd li Azerbeycanê dijîn. Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn di mijarnameya welatê me de zêde cih nagirin. Em der heqê wan de hema hema tiştekî nizanin. Ji aliyê bîrewerî û nasnameya neteweya kurdî ve zêde serkeftî nîn in. Hişmendiya neteweyî li cem wan qels maye lewma pir asîmîle bûne. Entelejansiyeke wan a wekî Ermenistanê xurt tune ye. Bi tenê çend şair, nivîskar û rewşenbîr ji wir derketine. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nîvîskarên kurd e ku di sala 1934'an de li Azerbaycanê ji dayik bûye, hê jî li wir dijî. Di nava kurdên bakurî de Ahmedê Hepo bi qasî yên Ermenistanê nayê nasîn.

"Bawerî"ya Ahmedê Hepo, cara yekem di sala 1990'î de li Azerbeycanê, ji Weşanxaneya Azernşer derketiye û cara duyem jî di sala 2013'yan de li Bakurê welêt Weşanxaneya Aramê ew çap kiriye. Çapa duyem bi tevahî 112 rûpel e. Ji xeynî Bawerîyê, bi navê Birîn û Hêsirên Xwînê du berhemên wî yên din jî li Bakur ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve hatine çapkirin.

Lehengê romanê Sulhedîn dema ku vedigere gund roman dest pê dike. Gava Sulhedîn digihîje gund, em ber bi rabirdûyê ve dest bi rêwîtiyekê dikin, em çiqas rûpelên romanê diqulibînin çîroka leheng û bûyerên romanê jî ew qas di hişê me de zelaltir dibin.

Di destpêka sedsala bîstan de kurdên bakurê Kurdistanê yên ku piranîya wan li herêma Serhedê dijiyan, pêşî sirgûnê Ermenistanê bûne, ji wir jî sirgûnê Azerbeycanê bûne. Wê çaxê Azerbeycan li bin bana Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) e û bûyerên romanê jî di gundekî wan kurdên sirgûnbûyî de derbas dibe. Mijarên romanê; evîn, sirgûnî, têkîliyên di nava gundiyan de, jiyana wan, têkîliya wan û dewletê, şerên êşîran û jiyana li bin desthilatiya sîstema komunîzmê ye.

Zimanê romanê, zimanekî rihkurd, bitehm û kêfdar e. Bûyer û mijarên romanê bi vê zimanê saz dibin. Di rûpela 48'an de nameyeke Sulhedîn ku ji dildara xwe re nivîsiye, ji hêjatiya zimanê berhemê perçeyekê nîşanî me dide: "Delala delalan, bedewa bedewan, rindika rindikan, Avgerdena min, te di dilê min de ji xwe re hêlûna hub-hizkirinê çêkiriye. Boy te şeva min ne şev e, ne roja min roj e. Bejna te ye nîvçe, guliyên reş, çavên belek, eniya kever hey-hoy dilê min disotînin. Wekî rojekê guliyên te yên reş qevt kim û mîna kulîlkên çiyayên me behn kim, ez ê hetanî dawiya jiyana xwe bibime dergevanê te. Were bextê guliyên heta hetayê bispêre min, sond dixwim bi sonda mêraniya kalikê xwe, sond dixwim bi tirba Ehmedê Xanî ya ziyaret, sond dixwim bi namûs û mêrxasiya Kulîlk, hetanî di çavên min da ronahî hebe, di çogên min de zor hebe, ez ê bibim baxvanê wan guliyên reş! Delala min, were, were em destê xwe bidine destê hev û têkevine govenda emir. Bi dilekî fireh."

Ahmedê Hepo, bi bîrewerîyeke neteweyî nêzî mijar û bûyerên romana xwe dibe. Lê belê Ahmedê Hepo, di "li dewsa pêşgotinê" de jî dîyar dike ku: "Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî jî bi ruhê welatparêziyê hatîbe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtiya Sovêta berê jê tê." Ahmedê Hepo her çiqas yekser qala sansurê nekirîye jî gava ku em romanê dixwînin tê digihîjin ku tê de sansur heye. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de gelek nîvîskar û şair ji ber sansura giran xwe kuştine. Ji ber ku kalê Sulhedîn, Hilo xwedî hîşmendiya neteweyî ye, hewildanên wî hene ku di nava êşîran de yekîtiyek û aqileke neteweyî pêk bîne lê berî ku bigihîje amanca xwe tê kuştin. Hilo berî mirina xwe di civata êşîran de li ser yekîtiyê van fikir û ramanan dide zanîn: "Qewm û pismamno, çawa hûn zanin, çendî û çend meqam, cureyên govendên me hene. Li dawetan tenê mirovekî nezan têkeve govendê, govend xera dibe, pêwîst e gişk bi hev re bireqisin. Ax, xwezîka yekbûna me jî mîna govenda me bûya, bibûya halan û begeriya, gişkan dest bida destên hev û di govenda yekîtiyê de bireqisiyana..." Lê li dû kuştina wî di romanê de hewildanên neteweyî jî disekinin. Lê dîsa jî, wekî ku dibêjin, "Roman neteweyê diafirîne", bi rastî jî Ahmedê Hepo amanc kirîye ku bi saya romanê neteweyekê biafirîne, qet nebe hişmendiyeke bi vî rengî ava bike.

"Bawerî", romaneke trajîk e. Trajediya neteweyek e. Trajediya malbatek e. Trajediya sirgunê ye. Trajediya bêdewletiyê ye... Trajediyeke ew qas kûr û har, di her carbarkirina xwe de ne ji sifirê, ji binê sifirê dest pê dike. Ahmedê Hepo, ne bi rihekî têkçûyî, melankolîk, mazoşîst û bêhêvî lê belê bi rihekî kêfberz û kêfxweş û bi ûslubekî erênî û avaker xwestiye bi zindîkirina baweriyê xwe ji vê trajediye rizgar bike. Tunebûna xeyal û hêviyê û ne baweriya rizgariyê ji koletîyê jî xirabtir e. Zindîbûn û hebûna baweriyê, rizgarî û azadiyê tîne: "Ax, dibên bawerbûn tu caran mirov di nîvê rê de nahêle, çogên mirov naşkîne û timî rih dide ber rihê mirovan, wekî ew bijî... Rast e, an na, nizanim, lê bawerî ne rastî ye, ew tiştekî din e. Ya îro baweriya min a salan e, ya ku rih di der dilê min da dianî, ya ku rojên giran ji min re dibû pişt û rast diqewimî." Bawerî heqîqat û realîteyê çêdike.

 

***

Nivîsên Welat Rêmînazad ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Şiîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana Li Dijî Bêhezîyê 

- Ka Resenîya Romana Qal a Hesen Ildiz? 

- Zêdebûn û kêmbûna romana 'Şeveke Îstismar'

- Xeyalkirina "Handa"yê û rastiya wê 

- Xeletiya determînîzma romana ‘Hefsar’ a Hesenê Metê 

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Platforma Tenduristiyê: Deriyê Murşîdpinarê vekin

ad

Ji bo Emre çavên xwe girtin, lê neheqî li Deniz Naki kirin

ad

Festîvala Ehmedê Xanî dest pê kir

ad

Derhênerê kurd Rehîm Zebîhî di qezaya trafîkê de mir

ad

Xeyalên Azadîyê

ad

2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname