Şengul Ogur
Piştî ew qas navgîn û lîteraturên ku ji bo tunekirina kurd û lojika wê were tunekirin hate bikaranîn, niha jî "birakên me"! wekî ku ji nû ve misilman bibin û bi heyîna zimanê kurdî hesiya bin, ji nişke ve bi zimanê kurdî tv-yekê bexşî me dikin, şikir ji "birakên me" re!!!
Ku hûn jî nebûna emê di vê gerdûna postmodern de bê tv bimana!!!
Gelo bi rastî jî "birakên me" ,ji xelatiyên ku bi hindikayî sedsalan kirin hişyar bûne yan na "tiştek di vî îşî de heye"?!
Gelo "birakên me" jî bûne qetek ji vê gerdûna ku tabiî guherandiye, bûne? Min ne bawer e!
Ma "birakên me" jî nikarin biguherin gelo? Ku em li bingeha dewleta "birakên xwe" binêrin emê bersiva vê pirsê bibînin.
Bingeha vê komarê,li ser felsefeya pozîtîvîst a "bavê sosyolojiyê" Auguste Comte ava bûye. Di Felsefe Comte de, cih ji guherîn, pêşketin û şoreşê re nîn e. Hebê nebe "pergal" e. "Pergal" hatiye parastin. Ger ku guherînek, pêşveçûnek, geşadaniyek dê çê bibe, ev guherîn, pêşketin û geşadayÎna "pergal"ê bi xwe ye. Pergal tim heye, li derveyî pergalê guherîn, pêşketin ne pêkan e. A ku bi pêş dikeve "pergal" e, pergal ji asteke nizm xwe diqevêze asteke bilindtir.
Comte her çendî ramana însAn tabiÎ guherandine kiribe jî, "pergala" wî derveyî vê guherînê ye, lewma pergala wî ji guherînê bi qudrettir e. Aha ev heştê û pênc salan tişta ku "birakê me" dikin ev bi xwe ye. Çavkaniya hemî pirsgirêkên "birakên me" jî ji vê peyda dibe.
Vêca di vir de, gelo pêkane ku "birakên me" guherî bin û ji bo vê jî dest bi weşana kurdî kiribin û hewl didin ku beşa kurdolojiyê di zankoyan de vekin?
Gelo em dikarin van gavan wekî gavên guherînê bibînin? A rast, ku em lojîka "birakên xwe" bi bîr bînin, ji bo wan ev gav, gavina radîkal in. Ku bingeha van gavan hebûna û samîmî bûna dê ji bo me jî wekî gavên radîkal û wekî nîşaneyên guherîna "pergal"ê bihatana têgihiştin. Lê mixabin ev "gav" gavine bê bingeh, parçeyek ji gavên tunekirin "kurd" û "lojîk"a wê ne. Divê ev wiha bê têgihiştin.
Tu bingeha van gavan nîn e û nikare wekî guherîne bê têgihiştin. Lewma; kesên ku daxwaza perwerdehiya bi kurdî û daxwaza vekirina kurdolojiyê dikin,bi çempura wan tê girtin û davêjin girtîxaneyan û kesên van daxwazan dikin wekî ''terorist'' tên tawanbar kirin.
Ev gav wekî guherînan nikarin bên têgihiştin
Lewma;di meclisê de navê zimanê kurdî,wekî ''zimanekî nayê zanîn'' derbasî arşîvan dibe.
Lewma;ji devê herî bilind,gotinên,yek millet,yek al...bilind dibe.
Lewma;di zagona wan a bingehîn de navê kurd û lojîka wê nayê qebûl kirin.
Lewma;...
Ger ku piştî di zagonan de kurd û lojîka wê bihatana qebûl kirin û du re tv-yê bi kurdî dest bi weşanê bikirana û piştî ku mafê perwerdehiya hat dayin,di zanîngehan de beşa kurdolojiyê vebûna,me ê ev ''gav'' wekî guherîna lojîka tirk qebul bikirina,samîmî bidîtana û destê xwe ji ''birakên xwe '' re dirêj bikirana.
Lê ji bo ku tu tişt bi vî rengî nîne,ji bo ku hîna di fermiyetê de û di zagonî de kurd û lojîka wê wekî tiştên ''nayên zanîn'' û tawanbar tê qebûl kirin,ev gav ji bo me ne ji xêrê re ne.
Ji kurdolojiyê armanc ewe ku zimanê kurdî ji qada jiyanê,ji zimanê civakê hilînin û zimane kurdî di odeyên akademîk de,di nav toza piyên çend akademisyanan de bê fetisandin e.
Ji kurdolojiyê armanc ew e ku,mafê perwerdehiya 25 milyon kurd bidin jibîr kirin e.
wekî encam:Hetanî ku ''birakên me'' hişê xwe ji pozitivista negativ a Comteyî rizgar nekin,ne pêkan e ku kurd û lojîka wê qebûl bikin.
Ji trt6ê û ji kurdolojiyê armanc,bipêşxistina ''pergal''ê pê ve ne tu tiştî din e.Ji bo ku em bi vê têbihijin zanîneke kûr û dûr ji me re ne pêwîst e.
**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li Yewnanistanê çi diqewime -2-
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
- Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê


