Diyarname
Aksanat vê mehê ji Sînemaya Romanyayê ya Vê Serdemê çend fîlman pêşkêş dike.
4 fîlmên Romanyayê ku di festîvalan de bal kişandine vê mehê li Aksanat a li Beyogluya Stenbolê têne nîşandayîn.
Bernameyê 9'ê mehê bi nîşandayîna "Le Concert"ê dest pê kir û 14'ê mehê "Morometii 2" hat nîşandayîn.
Li gor bernameyê 16'ê mehê saet 15'an de wê "Thou Shalt Not Kill" (Tuyê Nekujî) bê nîşandayîn. Fîlmê ku derhêneriya wî Gabi Virginia Sarga û Catalin Rotaru kiriye qala çîroka diktorekî li Bukreşê dike.
Dûre 21'ê mehê saet 19'an de dê fîlmê "Pup-o, ma!" bê nîşandayîn. Fîlmê derhêner Camelia Popa temaşevanan dibe gundê Rachitele. Li vî gundî li gor baweriyê di roja "Şûştina Hiriyê" de ger tu keçikekî maçî bikî ew dê bibe jina te. Sê şivan ji bo yekê maçî bikin dikevi pêşbaziyek cuda.
Fîlmê dawî yê bernameyê "Coboram La Prima" (Li cem min) ye ku 26'ê mehê saet 19'an de tê nîşandayîn. Fîlmê derhêner Tedy Necula balê dikişîne ser alîkariya mirovan. Piştî şewata li Collective Clubê, serê sibê trên li bin erdê li stasyonan disekine. Rêwî mecbûr dimînin bi hev re bikevin têkiliyê û alîkariya hev bikin. Fîlm nîşan dide ku kesên em hev nas nakin jî gelek tiştên ku em bi hev re parve bikin hene.


