Diyarname
Îro HPG'ê li ser bûyera li Kelaşînê ya di navbera pêşmergeyên PDK-Î û gerîlayên HPG'ê de daxuyaniyek da. HGP di daxuyaniya ku roja 24'ê mehê belavkiriye de dibêje ku komek ji 15-20 kesên ji PDK-Î hatin herêma Xinere û xwestin derbasî rojhilatê Kurdistanê bibin, me jî ji bo derbasbûnê alîkariya wan kir, lê kom ji sînor derbas nebû û li cihek nêzî Xinere sekinîn. Duh êvarê saet li dor 5'an ji Diyana hêza PDK-î bi 7-8 erebeyan hat Berbizina û li wir bi cih bûn. Navenda Çapemeniya HPG'ê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Serê sibê saet li dor 9'an komek ji gerîlayên me yên li herêma Xinere û Berbizinan xwestin herin hevdîtinek bi wan re çêbikin ku ka ew dixwazin çi bikin. Dema ew çûn hevdîtinê komek me ya din li dû wan ew dişopand. Di vê demê de pêşmergeyên PDK-Î bi dizî xwestin vê koma me dorpêç bikin. Li ser vê her çiqas xwestin ew nêz nebin, neyên jî guh neda. Li ser vê vê koma me ji bo hişyariyê gule bera wan da û bi qasî 3-4 deqîqeyan pevçûn derket. Di vê pevçûnê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Di vê navberê de rêveberiya me di cih de mudexele kir û pêvçûn da rawestandin. Di encama hevdîtinan de pêşmergeyê birîndar me anîn nexweşxaneya xwe ew derman kir û pêşmergeyên din bi paş ve vekixiyan. Ji bo pirsgirêk bi diyalog û aştiyane çareser bibe dê hevdîtinên me bidomin."
Di daxuyaniyê de HPG'ê got ku gelê kurd û raya giştî divê bizanin ku em ne alîgirê êrîşkirin û pevçûnê ne, koma me ya ku li wir bû xwestin xwe biparêzin, loma gule reşandine. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Ji ber ku ev pevçûn çêbûye û pêşmergeyek şehît bûye em xemgîn in. Rastiya bûyerê wisa ye. Ligel vê yekê jî hin çapemenî dixwazin bi nûçeyên ji berê de hatine amadekirin bûyerê berevajî dikin, nîşan didin ku pevçûnek mezin çêbûye; ev yek ne bi niyeteke baş tê kirin. Ji bo bûyer baş bê lêkolînkirin û zelal bibe em amade ne ku lêkolîneke hevpar bê çêkirin."
KNK: Pirsgirêk li ber çareseriyê ye
Li aliyê din KNK'ê jî li ser meseleyê axivî. Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç diyar kir ku hinek hêz dixwazin yekîtiya netewî parçe bikin, wekî di navbera KCK û PDK-Î de şer hebe nîşan didin. Koç wiha got: “Dixwazin sûd ji vê wergirin. Divê hemû gelê kurd li hemberî hewldanên ku dixwazin di navbera kurdan de şer çêbibe, hestyar tevbigerin.”
Koç derbarê aloziyên ev du rojin di navbera PKK û PDK-Î de rûdidin, ji bo RojNewsê: “Di van rojên dawiyê de hin hêz hene dixwazin yekîtiya neteweyî xirab bikin, her wekî di navbera KCK û PDK-Î de şer hebe, tevdigerin û dixwazin sûd ji vê yekê bigirin. Lê ya rast tiştek teknîkiye di navbera wan hêzan de rûdide û di pêvajoya çareserkirinê de ne. Hewldanên di navbera kurdan de şer hene, ji aliyê gelê me ve bi awayekî hestyar hatine vala derxistin.”
Her wiha Koç got ku divê rojeka Kurdistanê serketina HDP'ê be.
**
Nûçeya eleqedar:
- Rastiya bûyera li Kelaşînê


