Diyarname
Vê hefteyê didu ji Tirkiyeyê 6 fîlm hene û em ji nav wan "Les Miserables" derdixin pêş.
"Les Miserables"
Fîlmê derhêner Lady Ly ê bi navê "Les Miserables" li Tirkiyeyê bi navê "Sefiller" xistine vîzyonê. Çîrok di sala 2005'an a Parîsê, li Montfermeil ku piranî çîna karker lê dijî derbas dibe. Stephane nû beşdarî Koma Têkoşîna Dijî Terorê bûye. Di dema ku ew û endamên kevtir ên komê Chris û Gwada derketine dewriyeyê ferq dikin ku li taxê di navbera çeteyan de xirecir heye. Di dema hinan digirin bin çavan bûyer belav dibe û serê benî winda dikin. Êdî Stephane û koma wî parçeyek vê xirecira ku mezin bûne ne.
Fîlmê ku Damien Bonnard, Alexis Manenti, Djibril Zonga û Issa Perica serlîstikvaniya wî dikin di gelek festîvalan de hat nîşandayîn. Fîlmî li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt û her wiha ji bo Oscarê jî berendam e.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Damascena / Derhêner Todor Anastasov, Aleksander Smolyanov
- Les Miserables / Derhêner Ladj Ly
- Honeyland / Derhêner Tamara Kotevska, Ljubomir Stefanov
- Jojo Rabbit / Derhêner Taika Waititi
- Axk Tesadufleri Sever 2 / Derhêner Omer Faruk Sorak, İpek Sorak
- Eltilerin Savaşi / Derhêner Onur Bilgetay


