logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir
news-details

Mebûs û şaredar bûn aboneyê Azadiya Welat

Li Amedê mebûsên DTP'ê û Şaredarên DTP'ê ji bo piştgiriyê bûn aboneyê rojnameya Azadiya Welat.

  • Dîrok: 15/11/2008
  • Beş: Çapemenî

 

Amed
Li Amedê mebûsên DTP'ê û Şaredarên DTP'ê ji bo piştgiriyê bûn aboneyê rojnameya Azadiya Welat.

DTP'ê bi armaca şermezarkirina pêkutiyên li ser çapemeniya ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û bi armanca piştgiriya qampanyaya, "Êdî bes e em bi zimanê xwe perwerdahî dixwazin" a ji aliyê TZPKurdî ve hatiye destpêkirin, li Amedê jî qampanyaya abonetiya Rojnemeya Azadiya Welat bi daxuyaniyekê da destpêkirin. Daxuyanî li Avahiya DTP'ê ya Bajêr bi tevlibûna parlamenterê DTP'ê yê Amedê Akin Bîrdal, parlamentera DTP'ê ya Êlihê Ayla Akad Ata, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarên navçeyên Amedê, Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Abdullah Karahan, ÎHD, TZPKurdî, Meclisa Jinê ya Bajêr a Amedê, rêveberên Rêxistina DTP'ê ya Amedê û xebatkarên rojnameya Azadiya Welat pêk hat. Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Alî Şîmşek, daxuyanî xwend û diyar kir ku kurd ji dînamîkên girîng ên Rojhilata Navîn in û da zanîn ku kurd dengê xwe bi çapemeniya azad didin bihistin. Şîmşek wiha berdewam kir: "Li ser çapemeniyên ku der barê pirsgirêka kurd de tiştên baş û girîng dibêjin êrîş û pêkutiyan kêm nabin. Ev saziyên çapemeniyê tên girtin û qedexekirin. Her roj an kovarek an jî rojnemeyek tê girtin."

Şîmşek, anî ziman ku gotinên hêzên desthiladar û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, ji zihniyeta wan a tekparêz tê û wiha domand: "Tê dîtin ku zihniyeta tekparêz nahêle tu çapemeniyên deng cuda û muxalîf bijîn. Zihniyeta tekparêz li hemberî çapemeniya kurd jî bê tehemûliyê nîşan dide. Ji bo vê mînaka herî baş rojnameya Azadiya Welat e. Her roj pêkutî li ser rojnameyê û xebatkarên wê tên meşandin."

Şîmşek da zanîn ku rojnameya Azadiya Welat ji bo ziman û çanda kurd gelek girîng e û wiha got: "Em girtina Azadiya Welat wekî qedexekirina ziman û çanda kurdî dinirxinin. Wekî DTP'ê bi armanca şermezarkirina pêkutiyên li ser ziman û çapemeniya kurdî, kampanyaya abonetiya rojnameya Azadiya Welat didin destpêkirin. Em bang li hemû nûner û endamên xwe dikin ku bibin aboneyên Azadiya Welat."

Piştî daxuyaniyê, parlamenter, şaredar û hemû DTP'î li ber kamerayan bûn aboneyên Azadiya Welat. Parlamenterê DTP'ê Akin Bîrdal, navnîşana ku dê rojname biçê, wekî Meclis nîşan da û got, "Ez hêvî dikim ku li pêşiya xwendina rojnameya bi kurdî astengiyan dernexin."

Di daxuyaniyê de rojnamegerek gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Tanriverdî yên wekî, "Dema kesekî AKP'î hate hilbijartin hûn nas nakin. Li cihekî ku şaredarê me lê be, esnaf dikanên xwe nagirin, zarok dê şûna keviran, bi topê bilîzin" ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kir. Li ser vê yekê Baydemîr wiha got: "Em ji bo Welat li vir in. Em rojeva xwe naguherînin. Lê di kurdî de gotine wekî, 'Dema mirîşk birçî dibe, xwe di nava embara genim de dibîne' heye. Ya wan jî ev mesele ye." Li ser vê yekê kesên li salonê li çepikan xistin.

 

Parve Bike

Youtube Me

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

news
  • 25 04 2026

LEWerger bi helbestên li ser 'şer û mirin'ê hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vaye şar û vaye mişar

ad

PEN’a Kurd: ‘Elî Riza Sepahî berdin’

ad

Çûyîna TUSÎAD’ê ya Hewlêrê hate talûqkirin

ad

Li Hewlêrê pêşengeha 'pûlên posteyan'

ad

Teza doktorayê di 5 rojan de 2 mîlyon car hat xwendin

ad

Suarez hebe bes e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname