Çûyîna TUSÎAD’ê ya Hewlêrê hate talûqkirin
STENBOL
Komeleya Sanayî û Karsazên Tirkiyeyê (TUSÎAD) dê 14’ê vê mehê biçûya Hewlêrê lê hatiye gotin ku ji ber guherîna bernameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev çûyîn hatiye talûqkirin.
TÛSÎAD’ê der barê serdana xwe ya Hewlêrê de daxuyaniyekê nivîskî weþand diyar kir ku li ser vexwendina Mesûd Barzanî dê hevdîtin pêk bihata lê ji ber guherînên bernameya Barzanî ev hevdîtin û çûyîna me hatiye talûqkirin.
Her wiha dan zanîn ku bernameya nû ya serdanê di rojên pêþdê ji bo raya giþtî bê eþkerekirin.