Diyarname
Piştî Spanyayê Îngilistanê jî berê xwe da malê. Ji Ûrûgûay Luis Suarez ku di maça yekemîn de nîn bû, di vê maçê de wisa bi serketinî lîst, lîstikvanên Îngilistanê li ber bejna xwe tewandin. Di maça êvara 19'ê mehê li dar ket de, Suarez di deqîqeya 39 û 84'an de 2 gol avêtin û sê pûan girtin. Gola Rooney (dq 75) têra Îngilistanê nekir. Bi vê encamê Îngilistan vegeriya mala xwe lê di komê de qayişkêşan dijwartir bûn ji ber ku ligel Ûrûgûay, pûanên Kosta Rîca jî, yên Îtalya jî 3 ne. Di maçên sêyêm ên vê komê de ji her sêyan dê didu ji komê derê, yek berê xwe bide malê.
Îro (20'ê mehê) dibe ku encamek derê, ji ber ku maça diduyan a komê îro di navbera Îtalya û Kosta Rîka de ye. Kî bi avêje dê avantajeke mezin bi dest bixe. Maçên di ên vê komê roja 24'ê mehê ne: "Îtalya-Ûrûgûay", "Kosta Rika-Îngilistan"
Di maça din de Kolombiyayê Qeraxa Aj bi 2-1 têk bir. Bi vê encamê Kolombiyayê pûanên xwe derxistin 6'an û avantajek mezin bi dest xist.


