Diyarname
Rejima Îranê nivîskar û newşenbîrê kurd Elî Riza Sepanî carek din tewqîf kir. PEN’a Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ew bê berdan.
Daxuyaniya PEN’a Kurd bi vî rengî ye: “Li hemû rejîmên desthilatdar nivîskar û rewşenbîr bûne sedemên tirsê û her dem desthilatdaran xwestine bi awayekî ya wan bêdeng bikin ya surgun bikin ya zindanî bikin ya jî bikujin!
Hezên ewlehiyê yên Îranê roja pênçşemê helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî li bajarê Meşhedê desteser kiriye û heta anha tu agahî jê nehatiye wergirtin.
Elî Reza Sepahî beşa filologî ya Frensî li zaningeha Meşhedê kuta kiriye û paşre dest bi mamostetiya Fransewî dike. Lê ji ber xebatên xwe yên Kurdî ji kare xwe yên zaningehê hatiye avêtin û demekê dirêj di girtîgehê de maye.
Ji aliye tenduristî de rewşa wî nebaş e û ev girtina anha jî me dixe nava gumaneke mezin ku rewşa wî ji aliyê tenduristiyê xerabtir bibe.
Em bang hemû saziyên sivîl yê raya giştî dikin û bi taybet jî yên nivîskar û rewşenbîran ku li rewşa helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî derkevin û ji rejîma Îranê daxwaz bikin ku dest ji zextên xwe yên li ser nivîskar û rewşenbîran berdin. Azadiya Elî Reza Sepahî azadiya ramana derbirînêye!”