Hewlêr
Wezareta Gihandinê ya Herêma Kurdistana Federal, li Hewlêrê pêşangehek 'Pûlên Posteyên Kurdistan û Iraqê' vekir (10.06.2008)
Pêşangeh, li Hola Mediya ya Hewlêrê ya Wezareta Rewşenbîriyê, bi beşdariya nûnerê Wezareta Rewşenbîriyê Methet Mendelawî, rewşenbîr, mamoste û xwendekarên zanîngehê hate vekirin.
Di pêşengehê de 200 pûlên postexaneyan ên Herêma Kurdistanê yên ji sala 1992'yan û vir ve hatine bikaranîn cih digirin.
Di pêşengehê her wiha pûlên ku ji sala 1921'ê û vir ve li tevahiya Iraqê hatine bikaranîn, cih digirin. Pêşengeh wê heta 12'ê pûşperê vekirî bimîne.