Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê vê hefteyê li ser entegrasyonê semînereke li dar dixe.
Semînera enstîtuyê dê roja 15'ê vê mehê li Vårby Gårdê bi hevkariya ABF û Belediyeya Huddingenê bê lidar xistin. Semîner li ser entegrasyon û pirsgirêkên biyaniyan e.
Di semînerê de siyasetmedar, mamoste û polîs ku di vî warî de pisporin biaxivin û li ser meseleya entegrasyonê, pirsgirêkên wê bisekinin.
Vane agahiyên li ser semînerê:
Cih:
Salona Xwaringeha Dibistana Vårby Gårdê.
Dem: 12:00-18:00
Dîrok: 15.11.2008
Bername
Şemî
12:00-12:30 Axaftina destpêkê: Dr. Huseyn Xaliqî
12:30-13:15 Semînerdar (1) Dr Osman Aytar (ji Unversîteya Stockholmê)
- Entegrasiyon çi ye?
- Mirov li vî welatê nû pêrgî kîjan probleman dibe?
- Ferqa di navbera entegrasyonê û asîmîlasyonê de çi ye?
- Pirs, bersiv û nîqaş
13:15-13:30 Navber (îkram)
13.30-14:15 Semînerdar (2) Polîs
- Çima li herêma me ewqas bûyerên tewanê pêktên
- Em ê çawa ciwanên xwe biparêzin?
- Em bi hev re dikarin çi bikin?
- Pirs, bersiv û nîqaş
14:30-15:30 navber (Xwarin)
15:30-16:15 Semînerdar (3) Daîreya karûbarên civakî
- Em çawa dikarin li dijî lêdana jinan bixebitin?
- Lêdana zarokan û zewaca bi darê zorê
- Pirs û niqaş
Ji bo têkilî:
Kurdiska Institutet i Stockholm
Mogårdsvägen 13 KV
143 43 VÅRBY
Tel: 08-388112