Halil Dalkiliç
Di dawiya salên 1980'yî û destpêka salên 1990'î de min li Dîlokê di zanîngehê de beşa endazyariyê dixwend. Wê çaxê komela xwendekarên zanîngehê tune bû, lê em xwendekarên kurd û ên çepgir bi navê koma folklorê yanî koma lîstîkên gelêrî dihatin cem hev. Di komê de em hem lîstîkên gelêrî fêr dibûn hem jî bi awayekî birêxistinî tevdigeriyan. Dema ez pê hesiyam ku hevala jin a ku tim li hinda min dilîst kurdeke ji Tûrhal a Tokatê ye, ez hem pir heyirî mam û hem jî pir kêfxweş bûbûm.
Piştî salan, di sala 2006'an de dema ez li Almanyayê ji ber aktîvîteyên siyasî di zindana bajarê Karlsruhê de bûm, wê carê jî rastî kurdekî ji Yozgatê hatim. Dema Hasan xwe wekî "kurdekî elewî ê ji Yozgatê" da nasandin, nizanim ji ber çi, lê wê çaxê jî pir dilşa bûbûm. Bi helwestên wî ên danûstandinê û dîyalekta kurdî a ku deng dikir, li ser min wisa bandor çêkir ku qey Hasan kurdekî ji hêla me (Semsûr, Meletî, Dîlok, Mereş) bû. Hasan behsa 40 gundên kurdên elewî ên li derdora Yozgatê kir. Ji ber ku em tim Yozgatê wekî hêlîna nijadperestiya tirkî dizanin, bi bihîstina hebûna ew qas kurdan li wir ez pir ecêb mabûm.
Dema bahsa kurdên li Anatoliya Navîn tê kirin, tim kurdên li Konya û ên li Enqereyê têne bîra mirov. Her wiha piraniya lêkolîn, analîz û nivîsên ku li ser vê mijarê têne nivîsandin jî çîrokên kurdên li van deran in. Lêkolînên zanistî û belgeyên objektîf ên li ser kurdên ku bi sedan sal in li Tokat, Çorûm, Amasya, Çankiri û bi taybetî jî li Yozgatê bi cih in, pir hindik in, mirov dikare bêje qey tune ne jî. Piraniya kurdên vê herêmê elewî ne. Heta îro li ser vê mijarê hem bê eleqemayîn û xemsariya kurdên welêt û hem jî a kurdên herêmê bi xwe pir balkêş e…
Kurdên Anatoliya Navîn, li Enqere (Haymana, Polatli, Bala, Şereflîkoçhîsar), Konya (Kulu, Cîhanbeylî, Yûnak, Sarayonu), Kirşehîr (Kaman, Çîçekdagi), Çankiri (Kizilirmak), Aksaray (Ortakoy, Eskîl), Yozgat (Yerkoy), Çorûm, Amasya, Nîgde û li Tokatê dijîn. Li Enqereyê 102, li Konyayê 75, li Kirşehîrê 44, li Aksarayê 17, li Yozgat-Tokat-Amasyayê 41, li Kayserîiyê 23 û li Kizilirmak a Çankiriyê 26 gund, bi giştî 313 gundên kurdan hene.(Vîkîpedîa)
Li gorî lêkolîna Alî Bîçer; li Konya, Enmqere û Kirşehîrê kurdên sunî, li Yozgat, Çorûm, Tokat û Amasyayê piranî kurdên elewî dijîn. Hem ên sunî hem jî ên elewî Canbegî ne. Kurdên elewî devoka kurdên li hêla bakurrojavayê Kurdistanê a ku wekî ‘kurmanciya Mereşê‘ tê binavkirin, deng dikin. Kurdên elewî ên li Anatoliya Navîn li ji 40'î zêdetir gundên li dora sînorên bajarên Yozgat, Çorûm û Tokatê dijîn. (Kovara Bîrnebûn, hejmar 1. Zivistan 1997)
Nivîskar Mehmet Kabadayi gundên kurdên elewî ên li Çorûmê wisa tespît kiriye ku piraniya wan girêdayî ocaxê Şix Çoban in û ji eşîra Kavîlî-Gavîlî ne. Gundên kurdên elewî en di nava sînora Çorûmê dimînin ev in: Buyuk Keşlîk (Nesîmî Keşlîk), Bekaroglu, Duduklu, Soyucak, Kadideresî, Mollahasan, Findikli, Mustafaçelebî, Kirazlipinar (Haydutoglu), Yaylacik (Gopsen), Şanliosman (Kanliosman), Degîrmenonu (Dîbareş), Koyunoglû, Mazibaşi, Kozulca, Çîkhasan, Kuzkişla, Akçasoku, Haydar, Huseyîn Abad, Palabiyik, Kavakalan û Yeşîlova (Buyukkizil). (alevigazetecom.com, 22.04.2016)
Kurdên elewî ên li Anatoliya Navîn kengê û ji ku derê hatine û li vê herêmê bi cih bûne, ne diyar e. Agahiyên di derbarê de hatine nivîsandin, weşandin û vegotin xwedî çavkaniyên zanistî û teqez nîn in. Ligel vê yekê, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û kultura kurdî li Anatoliya Navîn her diçe lewaztir dibe.
Hewce ye; lêkolîner, dîrokzan û saziyên kurdan li ser kurdên Anatoliya Navîn û bi taybetî jî kurdên elewî ên li Yozgat, Çorûm, Amasya û Tokatê bicîh in jî hinekî serî biêşînin ku ev rengê kurdî yê dûrî welêt neçilmise û winda nebe…
24.05.2019, Nûpel


