Diyarname
Şaredarê Nazîmiyeya Dêrsimê Cafer Kirmiziçîçek ku ji CHP'ê hatibû hilbijartin vê êvarê ji partiya xwe îstîfa kir û got: "Ezê serbixwe bimînim, lê di vê hilbijartinê de ezê piştgirî bidim HDP'ê."
Şaredar Cafer Kirmiziçîçek ev du caran e li Nazîmiyeyê ji CHP'ê wekî şaredar tê hilbijartin. Nazîmiye navçeya ku Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji wir e. Kirmiziçîçek piştî îstîfa kir wisa got: "Ji bo di dema pêşiya me de hevkêşeyên siyasî zû bigiherin û HDP bendavê derbas bike min biryara îstîfakirina ji CHP'ê girt. Ji niha û pêde di xebatên şaredarî de ezê serbixwe bimînim lê ji bo HDP'ê ezê xebata siyasî bikim. Berêvarkî min daxwaznameya îstîfaya xwe da Rêxistina CHP'ya bajêr. Her wiha ev demek dirêj e nelihevkirinek min û rêveberiya bajêr a CHP'ê hebû."
Wekî agahiyek: Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de Cafer Kirmiziçîçek bi sedî 54.6 (509 deng) hatibû hilbijartin. Berendamê AKP'ê yê Nazîmiye sedî 24.8, berendamê BDP'ê sedî 17.62 deng girtibû.


