Serokê komara Iraqa federal Celal Talebanî ragihand, ku ew gihîjtine wê encamê ku divê ew mafên parêzgeha kerkûkê biparêzin û madeya 140'î jî bi cih bihînin.
Polîtburoya PDK û polîtburoya YNK îro jî kombûnek li Baxdadê saz kirin û kombûn wekî her car bi serperiştiya serokê herêmê Mesûd Barzanî û serokê komara Iraqê Celal Talebanî bû.
Piştî vê kombûnê Talebanî ji rojnamegeran re got: Me di kombûna îro de behsa çend babetên giring kir. Me bi taybetî jî behsa pêşinyarên NY yên di bareya hilbijartinên encûmenên parêzgehan de kir.
Talebanî wiha jî got: Em gihîştine wê encamê, ku divê maddeya 140 û mafên parêzgeha Kerkûkê bihên parastin. Bila ew bi xwe biryara xwe bide û ew bi xwe jî desthlatdarîyên xwe yên qanûnî bi kar bihîne.
Ji Peyamnêr.com hatiye girtin