Diyarname
Newroza îsal li 57 navendan dê bê pîrozkirin. Çalakiya yekemîn îro li navçeya Depê bû. Agirê Newrozê bi roj li Depê ji aliyê DEM Partiyiyan ve hat pêxistin. Vê êvarê jî li ser Sûrên Amedê bi pêxistina meşaleyan û lêdana erbaneyan Newroz hat pîrozkirin.
Di çalakiya li ser Sûran de mebûsa DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Hevserokên DEM Partî yên Amedê, hevberendamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û gelek kes amade bûn. Hunermendan li erbaneyan dan û strana navdar a Newrozê strîn.
Li bajarên din roj bi roj çalakiyên Newrozê dê lidar bikevin ku heta 25'ê mehê didomin. Li gor bernameyê li Amedê roja 21'ê mehê mîtînga Newrozê lidar dikeve.
***
Nûçeya Eleqedar: