logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Yên sîlueta Stenbolê xira kirin dê ya Sûrê biparêzin?

Serokwezîrekî radibe ji bo avahiyeke li bajarekî mezin hatiye çêkirin wisa bi nav dike: "Çêkirina vê îxanet e li hemberî

  • Dîrok: 09/04/2016
  • Beş: Nûçe

Nûçe-Analîz / Diyarname

Serokwezîrekî radibe ji bo avahiyeke li bajarekî mezin hatiye çêkirin wisa dibêje: "Çêkirina vê îxanet e li hemberî bajar." Û ev avahiya ku qal dike jî di dema desthilatdariya partiya wî serokwezîrî de hatiye çêkirin.

Em qala Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dikin. Davutoglu îro li Mizgefta Suleymaniye ya li Stenbolê beşdarî bernameya bibîranîna Mîmar Sînan bû, piştî ku pesnê Stenbolê da wisa got: "Ez bêtirs nav didim. Ger hûn bi keştiyek nêzî Stenbolê bibin hûn li aliyeke Suleymaniyeyê dibînin, li aliyê din 'Gok Kafes' (1) heye ku wekî tiştek ucube (eletewş) li wir e dibînin. Mirov li ber dikeve ku nifşê me qet ji Mîmar Sînan ders negirtiye. Çi tiştê wekî şirîk li vê derdorê hatibe çêkirin, tiştên wê nîvegiravê bigire bin bandora xwe îxanetek e li hemberî vî bajarî. Heman tişt ji bo kûleyên li Zeytinburnu hatine çêkirin jî ez dibêjim, ji bo avahiyên din jî."

Ev kuleyên li Zeytînbûrnuya bi navê "OnlatiDokuz İstanbul" (16:9), ji aliyê kompaniyek (2) ku nêzî AKP'ê ye ve hatiye çêkirin. Odeya Mîmaran a Stenbolê bi fikra "Ew sîlueta nîvgirava wir ku ew der ciheke dîrokî ye xira dike" dijî çêkirina van kuleyan derketibû lê bi ser neketibû. Piştî kule hatin çêkirin, avahiyên têde hatin firotin dadgehek herêmî biryar da ku ev 16:9 sîlueta dîrokî ya wê derê xira dike û xwest qatên jorîn bêne çêkirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser vê yekê wisa gotibû, "Min xwediyê wan avahiyên li Zeytinburnu re xeber da. Min got qatên jorîn traş bikin, bi taybetî min rica kir. Kesekî ye ku ez ji nêz ve nas dikim. Ez li bendê bûm ku bikin, lê tiştek nekirin. Ji ber vê yekê ez jê xeyidîm, pênc sal in pêre xeber nadim."

Li gor biryara dadgehê gere Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryara dadgehê bianiya cih û ew qatên jorîn ên avahiyê tiraş bikira lê şaredarî jî ev du sal in tiştek nekir.

Em bên ser Sûra Amedê. Niha çi eleqeya wê bi Sûrê re heye? Wisa: Niha Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu jî dijî vê diaxive, qala xirakirina dîrokê dike. Ev ên ku di dema desthilatdariya wan de xirabiyeke wisa li bajarekî mezin, bajarekî dîrokî li dîrokê kirine, li Sûra Amedê dê çawa dîrokê biparêzin?

Çawa ku li Stenbolê avahîsazekî nêzî AKP'ê ev yek kir, li Amedê çi ewleheyî heye ku avahîsezekî din ê nêzî AKP'ê dê li Sûrê jî heman tiştî neke û dîrokê xira neke?

Dîsa li Stenbolê li Sulukule (ew der jî cihek wekî Sûrê li rex sûran bû û cihet taybet bû) ji feqîran girt da dewlemendan li Sûrê dê çi bike?

Mînakek din jî li Stenbolê çêkirina pirek li Unkapanî ji bo Metro bû di van salên dawî de... UNESCO'yê bi xwe jî got pirek wisa çênabe, bandorê li sîlueta dîrokî ya wê nîvgiravê dike, lê dîsa ew pir hat çêkirin.

Dev ji van jî berde, Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê ragihand (3) ku niha proje hatiye çêkirin ku li Zeytînburnu kûleyên din bêne çêkirin. Ji aliyekî ve daxuyaniyên dijî kirinên wisa, ji aliyê din ve her ku diçe projeyên wisa têne pêşxistin.

**

1- Avahiyeke bilend e ku li Beşîktaşê hatiye çêkirin. Di sala 1987'an de bê rusqet (destûr) hate dest pê kirin, lê salek paşê Şaredarê ji ANAP'ê Bedrettin Dalan destûr da. Dema 89'an de ji SHP'ê Nurettin Sozen bû şaredar got: "Ev xincerek e di dilê Stenbolê de hatiye çikandin" û destûr betal kir, çêkirina avahiyê da sekinandin. Wezareta Îmarê biryarek nû da û destûr da ku avahî wekî 25 qat bê çêkirin.

2- Astay Înşaat ku ev der çêkiriye, xwediyê Astay Mesut Toprak e ku ew ji Îmam Xetibê ve hevalê Erdogan e.

3- Cumhuriyetê bi sernavê "Xira nekirin bû mînak" nûçe weşand.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tîmên kurdan derdikevin sehayê

ad

"Zemanekî Anatolî" pêşî diçe Kozaya Zêrîn

ad

'Tenê Fedê' di Roja Jinan de derdikeve ser dikê

ad

PEN: Bila Zarakolu û Erbey serbest bêne berdan

ad

Fermo sohbetek li ser 'Sofî û Monika'yê

ad

Pirtûkeke din li ser Hawarê: 'Ruhê Xwebûnê' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname