Balekayetî
Ji ber pêla serma û kêmbûna pileyên avhewayê li Balekayetî hemû kanî û çavkaniyên avê cemed girtine. Yek ji wan jî Gola Kanî Best e ku bilindtirîn gola li başûrê Kurdistanê ye. Vê yekê jî dîmenek xweş daye golê.
Gola Kanî Best ku dikeve devera Balekayetî, ji ber hatina pêla sermayê û ketina pileyên avhewayê bi bir -10'ê pîleyê, bi temamî cemed girtiye û bûye parçeyek ji qeşayê. Ev dîmen jî bûye sedema serdana geştiyaran ku salane ji bo dîtina wê serdana herêmê dikin.
Ev foto ji wir e ku Rojnewsê belav kiriye. Em wekî fotoyê rojê digirin û belav dikin.



