Stenbol
Walitiya Stenbolâ ji bo Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bê girtin serî li dozgeriyê da
Demek berê li ÎHD'ya Stenbolê Dayikên Aştiyê daxuyaniyeke da. Di wê demê de polîsan jî xwest daxuyaniyê bişopînin û wan bikişînin kamerayê, lê rêveberên ÎHD'ê nehişt polîs daxuyaniyê bişopînin û bikişînin kamerayê.
Niha Walîtiya Stenbolê ji bo ku ÎHD bê girtin serî li dozgeriyê da û xwest li gor Zagona Komeleyan a bi hejmara 5253'yan hewldan pêk bê û komele bê girtin.
Dê encam çi be ne diyar e, lê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Husnu Ondul li ser rewşa negirtina polîsan a hundir wisa dibêje: "Mafê polîsan nîn e ku beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê yên ku li hundir pêk tên bibe. Hin sazî der barê ÎHD'ê de dixwazin tiştinan bikin. Lê ev yek nikare pêşî li xebata me ya li ser mafên mirovan bigire. Her wiha mafê polîsan nîn e ku ji deriyê ÎHD'ê bikevin hundir."


