Diyarname
Berxwedana Kobanî li her derê bandor li kurdan kir. Li Amedê hinan ev berxwedan bi ser formayan de nivîsî û li Amedê difroşin lê hin pirsgirêk hene bi ya me:
1- Hûn vî karî dikin, hûn çima li ser kurdî xesas tevnagerin? Nivîsa we li ser nivîsiye şaş e. Gelo li Amedê kesek ku ji bo we nivîsa rast binivîse tune bû?
2- We navê markeya Adidasê lê kiriye. Ew marqe rabe der barê we de dozê veke hûnê çi bikin?
3- Ji bo li ser formayê hûn bikar bînin kî destûra bikaranîna ala Kurdistanê yan jî ala YPG'ê daye we?