Diyarname
Endamê Koma Aştiyê ya ku di sala 2009'an de hatibû Tirkiyeyê Lutfi Taş li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê wefat kir.
Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qendîlê komek bi navê Koma Aştiyê di sala 2009'an de hat Tirkiyeyê. Yek ji endamên komê jî Lutfî Taş bû. Taş di sala 2010'an de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Ev 5 sal bûn ku ew li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bû û îro di encama qeyrana dil de wefat kir.
Rayedarên girtîgehê îro li malbata Taş geriyan û gotin ku wefat kiriye.
HDP, DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî xwest û diyar kir ku ew dê xwedî li têkoşîna wî derên.
KCD'ê jî bang kir ku her kes beşdarî merasima cenazeyê wî bibe.