Enqere
Li Çelêya Culemêrgê der barê S.B. de dozek hate vekirin. S.B. ku bi tirkî baş nedizanî xwest bi kurdî parastina xwe bike, lê dadgehê ev yek qebûl nekir û 17,5 sal ceza lê birî.
Parêzeran doz bir Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ceza betal kir. Dadgeha Bilind got, "Dadgehê, ger bersûc bi tirkî nizane, rewşa bi rêya wergêr îfade tê girtin, nenirxandiye û bi vî awayî mafê parastinê hatiye binpêkirin."
Piştî ku doz şandin dadgeha herêmî îfadeya S.B. bi kurdî hate girtin.
Di "Doza KCK'ê" ku bi hezaran siyasetmedarên kurd girtîne ji ber ku xwestin bi kurdî parastina xwe bikin bêyî parastina wan bê qebûlkirin û bêyî îfadeya wan bê girtin ev nêzî du salan e ew girtî ne. Tê gotin ku ger wan siyasetmedaran îfade bida ji zû de ewê bahata berdan.
Tê gotin ev beryara Dadgeha Bilind ji bo dadgehên din dikare bibe mînak.
Ntvmsnbc-Diyarname