Diyarname
Skoçya di sala 2014'an de "referandûma serxwebûnê" li dar xistibû û sedî 55.3 gotibû "Na", sedî 44.7 gotibû "Erê". Bi vê yekê veqetîna Skoçya ji Brîtanyayê nehatibû qebûlkirin. Niha Skoçya dixwaze carek din referandûmê li dar bixe.
Meclisa Herêmî ya Skoçyayê ji bo Serokwezîrê Skoçyayê referandûmek wisa li dar bixe li hemberî 59 dengan bi 69 dengan raye da serokwezîr. Bi vê Serokwezîrê Skoçyayê raye girt ku ligel hikumeta navendî dan û standinên ji bo referandûmê bike. Ji bo ku referandûm li dar bikeve divê ji hikumeta navendî ya li Londonê destûr bê girtin.
Serokwezîr Hikumeta Herêmî yê Skoçyayê Nicole Storgeon dixwaze di dawiya 2018'an an 2019'an de hilbijartinê li dar bixe. Ew li bendê ne ku Brîtanya piştî ku ji Yekîtya Ewropayê veqete gavek wisa biavêjin.
Wezîrê Dewletê yê ji Skoçyayê Berpirs David Mundell gotibû ku ewê referandûma ji bo serxwebûnê red bikin. Li gor rêgezên Qraliyeta Yekbûyî welatê Skoçya bi serê xwe nikare referandûmek wisa li dar bixe. Ecax ew û hikumeta Londonê li hev bikin dikarin referandûmê li dar bixin.