Wan
Li ser erdheja ku li Wanê pêk hat Konseya Aboriyê ya Wanê daxuyaniyeke da çapemeniyê û xwest ku Wan gavek zûtir wekî herêma afetê bê îlankirin.
Berdevkê Demê yê Konseyê û Sekreterê ÎKK Wan TMMOB'ê Şemsettin Bakir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji bo jiyan veguhere asta asayî divê hin tevdîrên lezgîn bêne girtin.
Konsey ev daxwaz anîn ziman:
- Bê şert û merc divê Wan wekî herêma afetê bê îlankirin.
- Rewşa qeyranê ji aliyê Walîtî, Şaredarî û Saziyên Sivîl ve bi hevkarî bên meşandin.
- Hesaba xisara destpêkê zû bê temamkirin û ji bo hemwelatiyên rûdinin raporeke fermî bê dayîn Ji bo ev yek bê kirin divê ji Odeya Mihendizên Wanê piştgirî bê girtin.
- Li ser zivistanê jî bê fikirîn, kesên bi rastî pêdiviya wan heye bêne tesbîtkirin, li ser avahiyên ji bo demekê bêne bikaranîn xebat bê kirin. Di van xebatan de pêşî alîkarî bidin hemwelatiyên feqîrtir.
- Ji bo ku aboriya herêmê nekeve nav qeyranê, bêyî lê binêrin ka di erdhejê de zerar dîtine yan na, kredî bidin hemû sanayîkar û esnafên me. Kargehên ku zirar dîtine, zirara wan bê dayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Beşîktaşiyan stûpêçên xwe ji bo Wanê avêtin
- 'Hela Deqeyek bisekne' ji bo Wanê tê lîstin
- Hejmara miriya gihşît 535 kesî
- Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn
- Barzanî mîlyon dolarek alîkarî da Wanê
- BDP dibe alîkar, dewlet dibe asteng!
- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)
- 13 rojnameyan ev wêne weşand
- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê


