Qoser
4'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Qoserê bi beşdariya dehezaran, bi konserekê bi dawî bû.
Festîval 10'ê mehê bi diruşma "Zimanê me rûmeta me ye, şehîdên me hebûna me ne" dest pê kiribû û bi konsera dawî ku ji bo bîranîna siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay hat li dar xistin bi dawî bû.
Tevî dehezaran kesî Şaredara Qoserê Cîhan Sîncar, Şaredarê Sura Amedê yê ji peywirê hat girtin Abdullah Demîrbaş, Şaredara Dêrsimê Sangul Erol Abdîl, Şaredarê Cizîrê yê ji peywirê hat girtin Aydin Budak jî lê amade bûn.
Demîrbaş di şevê de axaftineke kir û got: "Qedexekirina slogana festîvalê şermezarîyek e. Ger berzkirina vê sloganê sûc be, emê dîsa vî sûcî bikin. Ji me re dibêjin 'terorîst'. Heke xebata ji bo ziman, çand, nasname û gelê me 'terorîstî' be, belê em terorîst in."
Şaredara Qoserê Cîhan Sîncar jî, qedexekirina slogana festîvalê şermezar kir. Sîncar, destnîşan kir ku wan festîval ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li dar xistiye û got ku ewê heta dawiyê di riya wan de bimeşin.
Piştî axaftinan Koma Jan Jiyan, Aheng, Koma Pel û Rojda derketin ser dikê û stranên xwe gotin.