Belgefîlmê derhêner Ozgur Findik ê bi navê "Kara Vagon/38 Dersim Sürgünleri" (Vagona Reş/Sirgûniyên Dêrsimê yên 38'an" li Zanîngeha Bîlgî ya Dolapdereyê hat nîşandayîn.
Di galaya belgefîlm de piranî dêrsimî gelek kes hebûn. Di sala 1937-38'an de dêrsimiyan dixin vagonan û wan dişînin sirgûnê. Findik jî li ser van bûyeran belgefîlma xwe saz kiriye. Di belgefîlm de bi gelek kesên sirgunê bajarên wekî Tekîrdag, Edîrne, Kirklareli, Balikesîr, Manîsa, Îzmîr, Isparta, Bursa, Eskîşehîr, Bolu Mengen, Qeyserî û Amasyayê kirine re hevdîtin hatiye kirin. Di nav hevdîtinan de ya herî balkêş jî dîtinên kalekî kurd ku wê demê leşkerî dikir bû.