• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Aborî

Di navbera Baþûr û Rojava de qiyaskirina aboriyê

Dîrok : 02 07 2020 | Beþ :

Aborî

BERHEM LETÎF

Ji sala 2011’an ve li Rojavayê Kurdistanê þoreþ berdewam dike. Di nava þer de di sala 2015’an de Rêveberiya Xweser a Demokratîk hate damezrandin. Li sala 2017’an de jî îdareya Xweser sinirên xwe berfireh kir û tevayî Bakur Rojhilatê Suriyeyê girt nava xwe.

Tevî aloziyan Rêveberiya Xweser karî çavkaniyên aborî ji xwere peyda bike û piþt bi aboriya navxwe girêbide. Dahata xwe zêde kir û bazara xwemalî danî. Karî di dema qrîzan de piþta gel bigre û pilanên stratejîk û demdirêj ji bo derbazkirina qrîzan dayne.

Li baramber de 29 sale Baþûrê Kurdistan xwedî îdareyek federaliye û di gelek aliyan de ger em bi Rojavayê Kurdistanê re miqayese bikin gelek derfetên zêdetir ji bo Baþûr peyda bûne. Lê belê nekariye bingehê aboriya xwe qayîm bike ku bikare di dema qrîzan de li ser lingê xwe raweste.

Bi ketina nirxê neftê û neþandina muçe ji aliyê Bexdayê ve, Herêma Kurdistan niha di nava qrîzek aborî de jiyan dike. Bi heman þêwe li Rojavayê Kurdistanê jî bi ketina nirxê Lîreyê Surî li beramber dolarê Amerîkî û ketina nirxê neftê, heman pirsgirêka aborî li wir jî peyda bûye. Heta amadekirina vê raportê jî 1 dolarê Amerîkî bi 2 hezar û 400 lîreyê Surî bû. Her wiha 1 dolarê Amerîkî nêzî 1200 dînarê Iraqê dihat firotin.


Ji bo derbazkirina qrîzan ev her dû îdare çidikin?

Her du beþên Kurdistanê yanî Baþûr û Rojavayê Kurdistanê di aliyê hejmara þêniyan de nêzî hevin. Tê gotin hejmara þêniyên ku dibin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene ji 5 ta 6 milyon kesin. Her wih li Rojavayê Kurdistan û hinek deverên Bakur Rojhilatê Suriyeyê jî tê gotin 5 ta 6 milyon mirov lê jiyan dikin.


Çavkaniyên aborî yên Rojava û Baþûrê Kurdistanê

Rojava

Neft, lawirvanî û çandinî sê çavkaniyên sereke yên dahatê ne li Rojavayê Kurdistanê. Neft di rêza yekem de ye ku ji sedî 94’ê dahata wê ji neftê tê. Ji sedî 3 ta 5 ji dahata gumirgê tê û ya din jî ji bac û xizmetguzariyên din tê bidestxistin.

Ev ji bilî avakirina kargehên mezin û biçûk yên pîþesazî û çandiniyê ne ku bi awayek komîn têde kar tê kirin.


Baþûr (Herêma Kurdistan)

Çavkaniya dahatê ya sereke li Herêma Kurdistanê nefte ku rêjeya wê ji sedî 95’e. Piþtî wê jî dahata wê li ser deriyên sinorî, balefirxane û bacê ye. Niha ji ber girtina balafirxaneyan û kêmbûna bazirganiya li ser deriyên sinorî, dahata navxwe a mehane ji 200 milyon dolar daketiye 60 milyon dolarî.


Budceya mehane ya Rojava û Baþûrê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên ji Desteya Aborî ya Bakur-Rojhilatê Suriyeyê bidest ketine, di rewþên herî baþ de jî budceya mehane ya Bakur-Rojhilatê Suriyeyê digihe 60 milyon dolar.

Li beramber de budceya mehane ya Herêma Kurdistanê niha nêzî 511 milyon dolar ji bilî 400 milyar dînarê ku Bexdaa ji bo muçexwerên Herêmê diþîne.


Li gorî vê;

Perêyê Bexda diþîne: 400 milyar dînar

Dahata neftê: Li gorî gotina serokwezîr 30 milyon dolar

Dahata navxwe: 60 milyon dolar

Alîkariya Aborî ya Hêzên Hevpeyman a ji bo Pêþmergeyan: 21 milyar dînar

Hejmara karmend û muçexweran li Rojava û Baþûrê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên ji Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê hatîn wergirtin, Di nava saziyên Rêveberiya Xweser de 230 hezar karmend hene. Mehane 23 milyon dolar ji bo dayîna muçeyê karmendan tê veqetandin.

Ev ji bilî xerciya li Hêza Suriyeya Demokratîk, YPG, YPJ û hêzên din ên leþkerî tê mezaxtine, ku tê gotin hejmara wan digihe 100 hezar leþker. Hinek ji budceya leþkerî jî ji aliyê hêzên hevpeyman ve tê dayîn.

Her çendî ku hejmara þêniyên Baþûr û Rojava nêzî hevin, lê li gorî datayên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê, 1 milyon û 200 hezar muçexwer li Herêma Kurdistanê hene. Ji bo dayîna muçeyê mehane jî pêwîstî bi 894 milyar dînar heye, ku dike 750 milyon dolar.


Rêjeya muçe li Rojava û Baþûrê Kurdistanê

Li gorî guhertinên herî dawî ku ji aliyê îdareya Rêveberiya Xweser ve muçeyê karmendan ji sedî 150 zêdekir,  niha muçeyê herî kêm li Rojavayê Kurdistanê 200 hezar Lîreyê Surî ye ku dike 83 dolar. Muçeyê herî zêdejî digihe 480 hezar lîreyê Surî ku ew jî dike 200 dolar.

Muçeyê karmendek asayî yê Rêveberiya Xweser çar qatê muçeyê rêveberek giþtî yê hikûmeta Suriyeyê ye, ku hikûmeta Suriyeyê 25 dolar wek muçe dide.

Li Herêma Kurdistanê muçeyê herî kêm ya kesên astengdarin ku mehane tenê 150 hezar dînar werdigrin. Muçeyê herî zêde jî yê serokê herêmê ye, mehane 32 milyon dînare ku dike 18 hezar û 400 dolar.


Li Rojavayê Kurdistanê muçeyê rayedaran

Di îdareya Rêveberiya Xweser de muçeyê mehane yê Hevserokên Encûmena Xweseriya Demokratîk ku dike serokê hikûmetê, 480 hezar Lîreyê Surî ye û dibe 200 dolar.  Lê muçeyê her meh yê serokê  hikûmeta Herêma Kurdistanê 20 milyon dînare, dike 16 hezar dolar ji bilî xerciyên din.


Pilanên Rojava û Baþûrê  Kurdistanê ji bo demên qrîzê

Li Rojavayê Kurdistanê dema ku nirxê lîreyê Surî li beramberî dolar ket, çend tedbîrek hatin girtin ji bo derbazkirina qrîzê, yek ji van tedbîrên herî giring zêdekirina muçeyê karmendan bû ku ew jî ji sedî 150 hate zêdekirin.

Ji bilî wê alîkarî bi semunxaneyan re tê kirin û ard ji bo wan tê peydakirin, ji bo nirxê nan zêde nebe. Her wiha rêxistinkirina elweyan û piþtgiriya berhemên sereke yên jiyana rojane tê kirin, daku fersend neyê dayîn hinek kes tiþta giran bifiroþin.

Li gel vê de jî genim bi nirxek girantir ji hikûmeta Suriyeyê ji cotyaran tê kirîn. Rêveberiya Xweser her kîloyek genim bi 17 senta dikire, lê Hikûmeta Suriyeyê bi 14 sentan dikire.

Di dema qedexeya hatuçonê ya ku ji ber virûsa koronayê hatiye ragihandin, Rêveberiya Xweser biryar da bac û kirêya xizmetguzariyan ji bo 4 mehan efû bike. Ji bilê wê jî xurak û pêdawîstiyên sereke yên jiyana rojane pêþkêþî malbatên ku debara wan a jiyanê li ser karê rojaneye dike.

Her wiha 5 milyon dolar ji bo sektora tendirustî veqetand, daku derman û pêdawîstiyên tendirustî yên taybet bi virûsa koronayê bikire. Rêveberiya Xweser ji bo vê mehê jî 1 milyon dolar veqetandiye daku derman ji bo nexweþxaneyan bikire.

Yek ji pilanên din ên stratejîk, pêþxistina sektora çandinî û piþtgiriya bi cotyaran re ye. Niha ji sedî 60’ê genim û pembûya tevayî Suriyeyê di nava sinorê îdareya Bakur-Rojhilatê Suriyeyê de tê hilberandin.

Yek ji pilanên din ên Rêveberiya Xweser, avakirina kargehên mezin û biçûk ji bo zêdekirina derfetên kar û pêþxistian karê komîne.

Lê li Herêma Kurdistanê 6 meh in tenê muçeyek yê karmendan hatiye dayîn. Di çend rojên derbazbûyî de Hikûmeta Herêmê biryar da ji sedî 21’ê muçeyê karmendan kêmbike. Di ser de jî ti pilanek ji bo dabînkirina muçeyê muçexweran nine. Du meh in bi gotina Wezareta Darayî, 230 milyon dolar ji bo dayîna muçe hatiye deynkirin.

Ji bilê vê jî ti alîkariyek bi cotyaran re nayê kirin, di vê werza çandiniyê de ku berhemek zêde yê xwemalî tê berhemanîn, lê ji ber anîna berhemên ji derve cotyar nikarin heqê ked û xuhdana xwe ji berhemên xwe qezenc bikin.

Bêkarî bi rêjeyek berbiçav zêde bûye, di nava bazarê de nirxê  kelûpelan giran bûye. Li gorî amarên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, ji ber qedexeya hatuçonê ji sedî 41.8’ê welatiyan bêkar mane û ji sedî 73.4’ê welatiyan bi pirsgirêka aborî re rûbirû mane.

Berovajiyê Rojavayê Kurdistanê, li þûna ku alîkariya sektora pîþesazî were kirin, daku bikare li ser lingê xwe bimîne, ti alîkariyek nayê kirin. Li gorî amarên Sendîkaya Karkerên Herêma Kurdistanê, di dema qedexeya hatuçonê de li Herêma Kurdistanê 25 hezar kargehên mezin û biçuk hatine girtin.

Dibe ku piþtî xwendina vê raportê ev pirsyar were kirin, gelo çi bûye sedem ku Rojavayê Kurdistanê ev 9 sal in di nava þer de ye, kariye li beramberî qrîzan li ser lingê xwe bimîne. Li aliyê din jî Baþûrê Kurdistan piþtî 29 salan ewqas lewaz bibe ku nikaribe muçeyê mehane yê karmendên xwe bide.

Têkildarî sedema vê yekê jî Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê Ehmed Yusuf ji Rojnews’ê re axivî û got: “Rêveberiya Xweser di aliyê aborî de li gel civakê þefafe. Welatî piþtrastbûne ku rêveberiya wan bi awayek rast ji bo wan dixebite.”

**
Ev nivîs ji 
ROJNEWS'ê hatiye girtin. Ji bo muqayesekirina her du aliyan agahiyên nû dide. Me tu dest nedaye naveroka nivîsê.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Elmasê herî mezin ê dinyayê tê firotin

Elmasê herî mezin ê dinyayê tê firotin

25 04 2022

Ev tablo ji bo zarokan hat firotin

Ev tablo ji bo zarokan hat firotin

05 04 2022

Dewleta Iraqê petrola Kerkûkê difroþe Urdunê

Dewleta Iraqê petrola Kerkûkê difroþe...

27 03 2022

Buhayê pîdeyê diyar bû

Buhayê pîdeyê diyar bû

16 03 2022

Ev jî hene

Lîstikvanên ku herî zêde kar dikin

Lîstikvanên ku herî zêde kar dikin

24 07 2008

S&P û Fitchê notên Tirkiyeyê daxistin

S&P û Fitchê notên Tirkiyeyê daxistin

28 01 2017

Li Qamiþloyê kargeha zeytê hate vekirin

Li Qamiþloyê kargeha zeytê hate vekirin

27 01 2021

Tenê kompaniyek ji hemû Tirkiyeyê zêdetir difroþe!

Tenê kompaniyek ji hemû Tirkiyeyê zêdetir difroþe!

02 08 2018

Wezreta Neftê a Iraqê peymana bi kompanyayek Tirkiyeyê re hilweþand

Wezreta Neftê a Iraqê peymana bi kompanyayek Tirkiyeyê re hilweþand

16 10 2020

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname