Bed-ayînî Þivan Perwer î dewþirme
Medenî Ferho
Bed-ayînî, mîrateya xerab e û li bejna bazarbazên TRT 6 tê. Ev mîrateya bedcanî ye û navê wê vîrûsê dewþirmetiyê ye.
Ji bo kurdekî, bikaranîna van gotinan heqaret e. Lê gelek kes li bejna xwe tînin û wekî “tat” digerin. Rejîma nijadperestiya tirk jî, li ser vê bextreþiyê hatiye sazkarkirin. Dabaþa me jî “askarî tar” e û dewþirmetiya kurdên entelektuel e.
Ji sernavê nivîsa min jî tê fêmkirin ku mijara me Îsmaîl, nam-i deger Þivan Perwer e. Hemwelatiyê min e, ji eþira Delmemika, gundê Kefirzê ye. Dewþirmetiya wî, ne nû ye û eger bêje na, em ê li kolanên paytexta YE Brukselê, neynika dara malbatê vekin. Ji ber ku “durcî-dur/qotiya dir/ a rastiyan”, li Brukselê ye. Ev yek.
Ya duyemîn: Mîna gelek rewþenbîr, serokê partiyan, hunermendan, li ser daxwaza wî. min jî, li ser hunera Þivan Perwer nivîsek nivîsî. Berî demeke dirêj bû û gotin ‘wê pirtûkek li ser Þivan Perwer were çapkirin.’ Ez ne þaþ bim, Mehmet Aktaþ jî, redaksiyona wê pirtûkê kir. Pirtûk derket derneket nizanim. Piþtre min dît ku giraniya nivîsa min, ji kiloyên bed-ayînî Þivan Perwer girantir in. Rojek ji rojan, wî bedcanî, li mala min, li ser sifra min, gotinek bikaranî. Hingî jî, min got, “gotinên te ji kîloyên bedena te girantir in.” Ligel min, ew neciwanmêr hingî, sax di gorê de hate veþartin, yanî mir. Ez vê nivîsê li ser mirovê ku ligel min mirî ye dinivîsim.
Ya sêyemîn, dema ku Îsmaîl, nam-i deger Þivan Perwer li Almanya, Wezîrê Karên Kulturê yên AKP’ê Ertugrul Guney ziyaret kir û li ser dika salonê, sembola faþîzma tirkîtiya li ser bingeha dewþirmetiyê hatiye avakirin; strana “memleketîm” got. Hingî bi gewdê xwe re serê xwe jî binerd kir û xwe bi destê xwe veþart. Lê quleke henasê mabû. Îsmaîl nam-i deger Þivan Perwer, ku notayên muzîkê, her dem di rengê pereyan de dibîne, herî dawî, li Almanya alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç ziyaret kir û mêjiyê xwe yê spî, bedena xwe ya zer û lingê xwe yê reþ, zimanê xwe, ku li gorî pereyan di þikefta devê xwe de dilivîne û rondikên xwe yên aþûfteyî ku bi canbazî ji kanikên çavên xwe dibarîne, bi giþtî kirin mazatê. Îsmaîl, nam-i deger Þivan Perwer. Ew qulika henasê ku di gora xwe de hiþtibû jî asê kir. Di dema ku nexþeya Kurdistanê, bi nîþaniyên gorên komî, hatiye xemilandin û yek bi yek termên kurdan derdikevine holê; di hefteya roja reþ, yan jî roja qirkirina kurdan, 15’ê Sibatê de, îþareta serketinê “V”iktoria, bi îþareta faþîzma tirkîtiya “Çêlîkên Dêlegûra Asêna” re kire yek. Li gorî agahiyan, hevpeyvina Þivan Perwer jî, wê di 15’ê Sibatê de, di kemîn û davika “rewþenbîrên ketî û “bed-ayînî xerab” TRT 6 de bê weþandin. Ya rastî, di dema ku min ev agahî xwendin, gotinên Þivan Perwer ku ji bo Abdullah Ocalan wekî “methiyê” rêz dikirin, hatin bîra min. Guman dikim ku ew gotinên “methiye” wê ji bo wî, bibin dilojarê û weytî reben!...
Her kesê ku, pêvajoyê diþopîne vekirî dibîne ku Îsmaîl nam-i deger Þivan Perwer, di siyasetê de, di naskirina dijmin û lîstikên dagirkeran de, bi pîvana MED’iyan, 300 “gan”î li pey gelê kurd e. Lewma ew nema dikare bibe amûrê “vekirina” AKP’ê. Êdî kurd nema têne lîstikan û bi hestên xwe jî li bûyeran nanêrin. Xala din, Îsmaîl, nam-i deger Þivan Perwer, ew payeya hunermendî kire xelîtka pereyan û avête derya þikefta Çil Haramiyan.
Tê gotin ku; Îsmaîl nam-i deger Þivan Perwer, bi notayên ku li ser rûdêna “wereq”ên þîn rêz dike û piþtre bi siyaseta aþûfteyî re mehr dike; li baþûrê Kurdistanê, Dihokê bûye xwediyê qesreke sê qatî; jeepeke bi þifêr jî li devê derî ye, qerwaþ jî li hundir lotikan didin. Dîsa tê gotin ku, bi heman siyasetê, qesrek bi gul û gulbijêrkên rengîn jî li Almanya Kolnê çêkiriye. Tê zanîn ku ev tev bi saya Baþûr, li ser xwîna þehîdan pêk hatin. Gelo niha dixwaze ku li Çankaya Enqereyê, yan jî li Tarabya Stenbolê bibe xwedî qesreke din? Gelo ev tiþtikên erzan, wê nebin kefenê payeberziya hunerî ya Þivan Perwer? Guman têde nîn e, ew bû Îsmaîl ibin filankes û “ebro di hino.” (gotineke Suryanî ye, kurê filankes yanî.) Ji ber ku Îsmaîl nam-i deger Þivan Perwer, di wê kêlîka ku li cem Bulent Arinç, rondikên siyasî ku bêhna “banknotan” jê dihat dibarandin; malbatên windahiyên ku termê zarokên wan di gorên komî de derdiketin, rondikên dilê daxdayî dibarandin. Axîna wan dayikên ku 30 sal in bi hesreta hestiyên tirnalên malê, xort û xezalên çavxezalî ne, ji kesî re namîne.
Ev mîrateya ku bi Mehmed Uzun dest pê kir, bi Firat Cewerî dewam kir, bi Murat Batgî hate þopandin, di vê pêvajoya girîng û dîrokî de bû sêdara Îsmaîlê bi esl û neslê xwe, (bi binyata xwe) Kefirzî. Îcar, Îsmaîl nam-i deger Þivan Perwer, li pêþberî “efendi”yê xwe yê nû, Bulent Arinç hêviyên pêkanîna “orkestreya senfonîk” bi devekî xwar û zimanekî malaqî, lave kir. Balkêþ e, zanista wî têra fêmkirina “araban-kurdî”, yanî “beyatî-araban” nake. Ne dizane “sî koma bemol çi ye, ne dizane, mî kêmî bemol, fa kêmî diyezî çi ye”, wê çawa orkestreya senfonîk sazkar bike? Hostayê devþirmetiya ku sîstema “askarî tar”, afirandine, yanî ji zarokên bi zorê dewþirme dikirin û artêþek bê binyat û bêbav derdixistin holê; ne çûkê davikên Þivan Perwer in. Piþtî ku wî bi destê xwe hevsar kire serê xwe, lixab kire devê xwe; yekê jê peya bibe, yê din jî wê li ser piþta wî siwar bibe û lingên xwe lê bihejînin.
AKP ku, entelektuelên lîberalên tirk demekê xapandin û di encamê de, du-sê ketiyên kurd jî birin cem xwe, tev jî þemitandin, kirin TAT. Wê Îsmaîl, nam-i deger Þivan Perwer jî, bi heman destîniya bedcaniyê þah bikin. Ji ber ku riya bad-ayinî, mîrateya “maqberî” ye. Dîroka kurd û Kurdistanê bi mînakên wiha dagirtî ye.
medeniferho@hotmailcom
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nivîsên eleqedar:
- Nîjad Yaruk: Þivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.