Cemil Oguz
Pêşangeha wênesazê kurd Ahmet Guneştekin bi navê "Bêmirinî" li Casa Dell'artê li benda mêvanên xwe ye. Guneştekin bi wêneyên xwe li ser erdnîriya Mezopotamya û Anatoliyê li bêmiriyê digere.
Wênesaz Ahmet Guneştekin li Batmanê hatiye dinê. Dema hê zarok bûye di dibistana seretayî pola sisêyan de xelata xwe digire. Hevnasiya wî hê wê demê bi boyaxa donîn re çêdibe. Dema diçe lîseyê yekem pêşangeha xwe vedike. Guneştekin diçe Akademiya Hunerên Bedew a Zanîngeha Mîmar Sînanê lê piştî demekê dest ji dibistanê ber dide. Ew dûre perwerdehiya xwe ya lîsanên di beşa Karsazî ya Zanîneha Anadoliyê temam dike. Wênesaz Guneştekîn ku di sala 1997'an de li Beyogluya Stenbolê atolyeya xwe vedike, heta niha gelek pêşangehên têkel û serbixwe vekiriye. Pêşangeha wî ya bi navê "Karanliktan Sonraki Renkler" (Rengên Piştî Tarîtiyê) ku li AKM'ya Stenbolê vedike bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimîne. Ev yek dike ku ew li nav cîhana hunerê û wênesazan nav bide. Heta niha wêneyên Guneştekîn di nav gelek koleksiyonan de cih girtine.
Guneştekîn ku bi Coşkun Aral re di belgefîlmê "Haberci" de cih digire, di sala 2005'an de ji bo TRT'ê dest bi kişandina belgefîlmê "Guneşin İzinde" ku li Tirkiyeyê tekane belgefîlmê bi temaya huner e. Guneştekîn di vê bernameyê de digel hostayan hunerê dibe bajarên Anadoliyê.
Wênesaz Ahmet Guneştekîn vê carê jî bi pêşangeha xwe ya bi navê "Olumsuzluk" (Bêmirinî) derket pêşberî hunerhezan. Pêşangeha Guneştekîn 5'ê mehê li Casa Dell'artê vebû û heta 27'ê vê mehe wê li dar be.
Guneştekîn di vê pêşangeha xwe de fîgurên mîtolojîk ên Mezopotamya û Anadoliyê, bi pir-rengî, bi hunere bêhempa pêşkêşî hunerhezan dike.
Ew di wêneyên xwe de her dikeve dû çîrokên mîtolojîk, deng û rengên li nav jiyana mîtolojîk derdixe holê, wan xêz dike, reng dike, şikl û şemaleke nû li wan bar dike û pêşkêş dike.
Heta niha wî gelek çîrokên mîtolojîk di wêneyên xwe de anîne ziman. Niha jî ew beşeke ji van çîrokan pêşkêşî wênehezan dike.
Di wêneyên ku niha di vê pêşangehê de cih girtine de navê "Dengê spî", "Şahmaran", "Hêza Medûsa", "Deriyê Trûva", "Ferhad û Şîrîn", "Firtoneya Spî", "Vejîn", "Nobedarê Sibê", "Dilopek Hêstir", "Wekî Memê", "Lava", "Baskê Asîmanan", "Nefesa Dawî" li wan hatiye kirin.
Her wêne ku bi çîrok û rengên zelal balê dikişînin de bi taybetî wêneyê "Deriyê Truva" bi her awayê xwe dibêje "Ez li vir im." Wêneyê "Deriye Truva" yê ku bi teknîkek têkel hatiye çêkirin, bi mezinahî (250 cm x 550 cm), bi keda xwe ku lê hatiye xercikirin, bi dîtbarî û şiklê xwe gelek bala temaşevanan dikişîne.
Ji bo eleqedaran:
Casa Dell'art
Kolana Îstîklalê, No: 163 Qat: 3 Beyoglu / Stenbol
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.