Diyarname
Rexnegirê sînemayê Atilla Dorsay rexne li jina Yilmaz Guney Fatoş Guney kir. Fatoş Guney jî bersiva Dorsay da.
Rexnegirê sînemayê Atilla Dorsay wisa got: "Der barê Yilmaz Guney de wekî ku em hemû sûcdar bin. Em ji Fatoş Guney dest pê bikin;digel ku gelek ji wê hez dikir wê karî berhemên wî biparêze? Ez dizanim, hewl da lê digel ku Enstîtuya Fîlman a Îngilîz li gor welateke medenî fîlm girtin, nû kirin û kopyayên wan çap kirin jî çi bi bêhejmar fîlmên Yilmaz hatin? Helbet rêveberiya leşkerî ya wê demê jî sûcdar e, rayedarên îdarî jî. Guney Fîlm jî bi awayekî cidî û bibiryar ev yek neşopand, sînemagerên me jî..."
Li ser vê yekê jina Guney Fatoş Guney bersiva pirsên NTV da zanîn ku ji salên 90'î ve li fîlmên Yilmaz digere lê rastî tu şopekê nehatiye û got: "Fîlmên Yilmaz Guney bûne faîlî meçhul (kiryar nediyar)."
Ji ber ku televîzyonên neteweyî hê jî fîlmên derhênerê navdar naweşînin jî Fatoş Guney reaksiyon nîşan da û got; "Me serî li TRT',ê Kanal D'yê da lê fîlmên klasîk ên Yilmaz bi xwe jî naweşînin. Ev pirsgirêkeke demokrasiyê ye..."