Di nav þanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu
Recep ÎÇEN
Berfin Zenderlioglûyê di salên 2004-2008’an de li Tîyatroya Seyrî Meselê perwerdehiya lîstikvanîyê wergirtiye û wisa dest bi þanogeriyê kiriye. Wê tevî Mîrza Metîn di cotmeha/kewçêra 2008’an de Þermola Performansê -bi navê xwe yê berê Theatreya Destar ava kiriye.
Pêþî di Þermola Performansê de, her wiha wê di Seyrî Mesel, Îkîncîkat, Þanoya Emekê ya Kadikoyê, Þanoya Þaredariya Bakirkoyê, Galataperform, Sahneya Boayê ya Kadikoyê, Aysa Tiyatro, Kûmbaraci50 û Fringe Ensembleyê da wekî derhêner û lîstikvaneke kar kiriye. Lîstikên wê ji aliyê gelek saziyan ve hatine xelatkirin, an jî bûne berendamên xelatan. Zenderîlîoglu di Kargeha Nivîskariyê ya Royal Courtê da bi nivîskarên girîng ên wekî Mark Ravenhill û Zinnie Harrisî re xebitiye. Di wê kargeha nivîskariyê de wê lîstika xwe ya bi navê “Dengê Li Piþt Derîî (Kapinin Ardindaki Ses)” nivîsandiye. Du salan li Galata Performê di nav perwerdekarên Kargeha Derhêneriyê da cih girtiye. Nivîsên wê û rexeneyên wê yên derbarê lîstikan da li ser T24, Gazete Duvar û Kovara Tiyatroyê hatine weþandin.
Lîstikên wekî yên wekî “Antigone2012”, “Palyaço’nun Maceralari” û “Reþê Þevê” li Þermola Performansê derketin ser dikê. Lîstika Reþê Þevê ku bi Mîrza Metînî re nivîsandiye ji Weþanên Avestayê wekî pirtûk jî hat çapkirin.
Berfîn Zenderlîoglû aniha xebatên xwe yên þanoyê wekî lîstîkvan, dramatûrg û derhêner didomîne û wê beþa “Rexnegiriya Þanoyê û Dramatûrjiyê” ya Zanîngeha Stanbolê qedandiye. Ew niha di Zanîngeha Aydinê de beþa Hunera Sehneyan de mastera xwe dike û di heman demê de li zanîngehên taybet wekî akademisyen dixebite û dersên lîstikvaniyê dide.
Niha em mafê gotinê didin Berfîn Zenderlîoglû ku ji bom e qala xwe bike…
***
Di sala 2004’an de min li Seyr-î Meselê dest bi þanoyê kir. Nasîna min bi Erdal Cevîz re çêbûbû û her çiqasî pêþî min nexwestibe jî piþt re bi xêra wî min xwe di hundirê xebatên þanoyê de dît. Heta wê deme jî di hiþê min de þanogerî tune bû. Carinan wekî temaþevan diçûm temaþekirina lîstîkên þanoyan. Bêhtir li ser jixweberiyê disekinîn û vî tiþtî pir bala min dikiþand. Piþt re min xwe di hundirê xebatên wan de dît. Pêþî min bi xebatên reqsê dest pê kir, piþt re min lê nerî ku di hundirê lîstikê de me û herî dawî min çavê xwe li Mîhricana Mûnzûrê li ser sehneyê vekir… Nasîna min a bi þanoyê re wiha çêbû.
BANDORA BELGEFÎLM
Min di zaroktiya xwe de belgefîlma “Sarya”yê temaþe kiribû. Wî belgefîlmî bandorek pir mezin li ser min hiþtibû. Jiyana wê, berxwedana wê û reqsa wê pir bala min kiþandibû. Di zaroktiya xwe de tiþtên ku tê bîra min, wê demê malbata min bi dizî li hin vîdeoyan temaþe dikirin: Þîvan Perwer, Melîke Demîral û konserên din… Bavê min pir zêde li dengbêjan guhdarî dikir û pir ji wan hez dikir lê ez pir ji wan eciz dibûm. Di jiyana min de þikestinek herî mezin di sala 1996’an de qewimî. Malbata min bi temamî hate derdestkirin. Ez sê rojan di nezaretê de mam. Hêj zarok bûm. Heta wê demê jî ne polîtîk bûm. Heta kesên li derdora min gava ji min re digotin, “tu naþîbî kurdan” pir kêfa min jê re dihat.
Piþtî derdestkirinê derdor hemû ji me reviyan. Jixwe li Bilîsê mîna malbata me pir zêde malbat tunebûn. Em bi tena serê xwe mabûn. Piþtî derdestkirina bavê min ji min tirsiyan û xwestin ku ez ji Bedlîsê herim. Bifikirin, bavê min ê ku nedihiþt ez biçûma mala apê xwe, ez þandim Stenbolê.
TRAVMAYA ZAROKATIYÊ
Gava hatim derdestkirin ez 13 salî bûm lê tiþtê ku ji min dipirsîn ne li gorî temenê min ê 13 salî bû. Behsa cîhaneke din dikirin… Hê zarok bûm. Ew qasî çavê min tirsandibûn ku, min xwe bi xwe digot, ez ji vir derkevim ez ê tu carî bi siyasetê re eleqedar nebim… Jixwe berê jî eleqeya min bi siyasetê re tunebû lê piþtî wê bûyerê serê min jî hêdî hêdî tevlîhev bibû. Piþtî derdestkirinê nesekînin û bi awayekî berdewam kirin ez aciz dikirim. Hê jî gava telefonê min lê bide lê yê hember deng bi xwe ve nîn e, yan derî bi kutekut bê lêdan, ditirsim û ew roj têne bîra min. Ji bo min travmayek mezin bû. Mixabin min tu carî xwe aîdî axa xwe nedît. Helbet belkî ji ber travmayan bû…
Ez li gund hatibûm dinê piþt re em nava Bedlîsê belkî jî ji ber vê yeke bû, min ji gund hez dikir lê ne ji Bedlîsê…
Di zaroktiya min de gelek tiþt bi mecbûrî dihatin guhdarî kirin, dihatin temaþekirin û ji ber wan ez gelek eciz dibûm. Di televîzyonê de her tim nûçe hebûn.Carina tiþtên din derdiketin û belgefîlmê “Sarya”yê jî yek ji wan deman bû. Min ji tiþtên çandî hez nedikir lê tiþtê nûjen hêdî hêdî bala min jî dikiþand. Ji dengbêjan bêhtir bala min li ser Agirê Jîyan, Koma Wetan, Rotînda bû.
SERDEMA NÇM’Ê Û KOVARA JIYANA REWÞENÊ
Piþtî dibistana amadehiyê min berê xwe da Stenbolê. Beriya wê min li Wanê xwendina beþa mamostetiyê bi dest xistibû lê malbata min ji ber ku ditirsiyan destûr nedan ku ez biçim li Wanê wê beþê bixwînim. Malbatê qaþo ez þandibûm cihekî “ewle” li Stenbolê cem xalê xwe. Û xalê min jî rasterast ez birim NÇM’ê ya Stenbolê. Wê deme qursên NÇM’ê dest pê kiribûn, min jî ji bo elektro gîtarê serî lêdabû lê mixabin qursa elektro gîtarê tune bû û digotin ew ê vebe. Min bê dilê xwe dest bi qursa tembûrê kir û hînî noteyan bûm. Þeþ meh derbas bibû lê hê jî qursa elektro gîtar venedibû û wê venebûya… Piþt re jî ez çûm qursa gîtarê jî. Û li aliyekî jî min dixwest ku kurmancî hîn bibim.
Wê deme Kovara Jiyana Rewþen hebû û ji bo ku hînî zimên bûbûma ez þandim wê derê. Min li wê derê Kawa Nemir nas kir. Di nav xebatên kovarê de tirkî ji aliyê Kawa ve hatibû qedexe kirin. Ji bo ku hînî zimên bibim bi rastî jî biryarek pir baþ bû ji bo min. Bi xêra Kawa Nemir kurmanciya min pêþ ket. Pir wext derbas nebû kovara Jiyana Rewþen ji ber hin probleman hate girtin û piþt re çend meh bi þûn de kovara Rewþen-Nameyê dest bi weþana kir. Mixabin wê demê bandora polîtikayê pir zêde li ser NÇM’ê hebû. Rêvebirên NÇM’ê hemû hatibûn guhertin û helbet polîtîkaya kovarê jî guherîbû. Ne tenê ji bo me, ji bo hunermendên din jî heman tiþt hebû. Wê demê Tiyatra Jiyana Nû amadehiya lîstika “Moliere” dikir lê mixabin rêveberan destûra pêþandana lîstikê nedan, lîstik têk çû. Di sala 2003’yan de hem endamên kovara Jiyana Rewþen hem jî þanogeran tekîliya xwe ya bi NÇM’ê re bi dawî anîn. Nêzî 30 kesî dev ji xebatên bi NÇM’ê re berdabûn.
LÎSTIKA YEKEM
Min jî wê demê dev ji NÇM’ê berda û dest bi sazkirina grafikan kir. Hevalên þanoger ên ku ji NÇM’ê veqetiyabûn çûn Seyr-i Meselê ava kirin. Ji ber ku piranî hevalên min bûn ez jî carinan tevlî xebatên wan dibûm lê weke temaþevan. Di sala 2004’an de ez jî tevlî xebatên wan bûm. Lîstika pêþî ya ku min di nav de cî girtî “Kemer û Bask” a bi kirmanckî bû.
Min lîstikvaniya xwe bi beþdariya lîstikan bi pêþ xist. Di sala 2005’an de me dest bi amadehiya lîstikeke nû kiribû. Hema hema du salan me li ser lîstika “Mesela Ne Kadar Uzag”ê xebitîn. Ev xebat ji bo min bûbû xebata lîstikvaniyê jî. Lîstik ji sedî bîst bi tirkî bû û ji sedî heþtê jî bi kurmancî bû. Di wan salan de têra xwe pirsgirek hêbûn lê em kêfxweþ bûn. Ji bo hunerê ez pir çavbirçî bûm. Min dixwest muzîkê hîn bikim, dansê hînî bikim, hînî lêdana amûrên mûzîkî bibim… Piþtî min tehma þanoyê girt ew ji bo min bû weke stargehekê. Þanoyê hemû dîsiplînên hunere di xwe de dihewandin. Di nava wê de helbest, wêne, mûzîk û her tiþt hebû… Jixwe piþtî vê yekê ez piçekî aram bûm û tenê bi þanoyê re eleqedar bûm.
Her çiqas malabata min welatparêz jî bû, ez di hundirê otoasîmîlasyonê de mezin bûm. Malbata min nedixwest ez jî wekî wan zehmetiyan bikiþînim. Li mala me kurmancî an kirmanckî pir zêde nedihat axaftin; tenê dema meseleyeke wan a nedixwestin ez bibihîsim kurdî bi kar dianîn…
Heta çar saliya xwe jî min bi tirkî nizanîbû… Ji tirsa dibistanê malbata min di nav malê de kurdî qedexe dike û ji bo min jî têkçûyîna zimên destpê kir, min kurdiya xwe jibîr dikir. Gava min dest bi xebatên NÇM’ê kir ji nû ve min dest bi kurmancî kir. Min lê nerî ku ew peyvên zaroktiyê, ew çîrokên zaroktiyê di mêjiyê min de winda nebûne. Dilrehetî dikarim bibêjim ku min zimanê xwe yê jibîr kiribû bi þanoyê re bibîr dianî.
‘KES LI VIR LI ÞANOYÊ TEMAÞE NAKE’
Wê demê li Seyrî Meselê çûyîna cihên din a lîstîna lîstikan min bi rê ve dibirin (organîze dikirin) Di wan çûyînan de carekê em çûn 24 yan jî 25 cihan. Wê demê ez gelek zîrek bûm. Belkî ji bo cihekî min deh caran bi telefonê danûstendin pêk dianîn. Û bersiva herî zêde ya ku min dibihîst, digotina “kes li wir þano temaþe nake…” bû! Lê min zor dida û bi awayekî ew qeneh dikirin, an jî ew aciz dibûn û digotin temam. Cizîr, Farqîn, Þirnex heta wê deme jî li wan bajaran lîstikek bi kurdî nehatibû peþandan.
Tiþtê ku bala min dikiþand tecrûbeya wan a temaþekirinê tune bû. Dev ji þanoyê berdin, çanda temaþekirinê hê rûneniþtibû. Me gav bi gav zor da. Lîstikên ku me dilîstin bêtir derbarê tiþtên gelerî de bûn. Me bi carekê re nedikarî Sheakspeare, Çêxov, Îbsen an klasikên din bilîstana.
Wê deme me lîstika “Qal û Qir” dilîst. Cihê ku lê sehnê tune bû me xwe bi xwe sehneyek çêdikir û carina li derve jî dilîst. Lîstik hem kirmanckî bû hem jî bi kurmancî. Me forma epîk bikar dianî. Temaþevan pir xweþ nezikî me dibûn. Dema ew kêfxweþ dibûn em jî kêfxweþ dibûn.
‘EM DIKARIN BI ZIMANÊ XWE LÎSTIKAN TEMAÞI BIKIN’
Lîstika “Sînor” hebû. di Sînor de du malbat hebûn, malbateke kurmanc û malbateke kirmanc. Li ser zeviyan li hev nedikirin. Tiþtê ku li ser sehneyê diqewimî çîroka temaþevanên me jî bû. Her çi qasî cara pêþî temaþe kiribin jî, ji me re digotin, bi xêra we em dizanin ku em dikarin bi zimanê xwe þanoyê lidar bixin… Hemû temaþevanên me di lîstikê de tiþtêkî aidî xwe didîtin û ev tiþt ji bo me hem kêfxweþiyek mezin bû hem jî em bi hêzdar dikirin. Em mîna Don Kîþot tevdigeriyan.
Me di Seyr-î Meselê de lîstika zarokan jî amade kiribû. Helbet ev tiþt ji bo aborîyê bû, ji bo Seyr-i Mesel neyê girtin û ji bo ku li ser piyan bimîne me bi Alîþan Unlu, Saniye Tunç, Mîrza Metin, Nurten Demirbaþ, Guler Ýnce, Hamdi Kahraman re lîstikek çêkir, a rast me lîstik ji bo zarokan veguherand. Lîstika Bertolt Brecht bû. Du salan li dibastanan me ew lîstik ji bo zarokan lîst.
Li Seyr-i Meselê ji sala 2004’an heta 2008’an ez bawer im di hundirê yazdeh lîstikan de min wekî lîstikvan cî girt. Di sala 2007’an de min dest bi perwerdehiyê kiribû…
Serê sibê me destpê dikir heta evarê jî em dixebitîn. Ji bo deng, ji bo laþ, ji bo ritim; xebatên jixweberî û xebatên din. Bi gelemperî xebatên me bi rêk û pêk dimeþiyan. Roj hebû heta nîvê þevê jî em li ser dikê bûn. Wê demê malbata min dizanibû ku ez bûme muhasebecî. Diya min û birayên min dizanibûn ez bi þanoyê re eleqedar im lê bavê min nizanîbû. Gava haya bavê min jê çêbû raste rast ji min re got, heke tu dev iî þanoyê bernedî ez te red bikim. Li hemberî wî sekinim û nêzîkî þeþ mehan me bi hev re xeber neda. Piþt re ez û bavê xwe me li hev kir lê bi dudilî bi min re xeber dida. Hê jî wî digot qey ez muhasebici me û wekî hobî diçim þanoyê.
Wê demê komê alikariya me dikir lê tiþtê ku me qezenç dikir têra aboriya me nedikir. Diya min û birayên min gelek caran ji aliye aborî ve alîkarî didan min. Piþtgiriya wan ji bo min pir girîng bû. Heta Þermola Performansê jî, ez nikarim bibêjim ku min karê xwe bi temamî bi profesyonelî bi rê ve bir. Di wan salên dawî de min ji xwe re digot, ez þanoger im, ji ber ku min êdî bi profesyoneltî karê xwe pêk dianî.
VEQETÎNA JI SEYR-Î MESELÊ
Di Seyr-i Meselê de xebatên me bêtir li ser jixweberîyê bûn. Û mirov dikare bibêje þanoya Seyr-i Meselê þanoyeke derhêneriyê bû. Wê demê gelek kesên baþ hebûn piþt re em belawela bûn. Newroz Baz, Nazmi Kýrýk, Mîrza Metin, Yýldýz Gultekin, Alîþan Unlu, Feyyaz Duman, Nurten Demirbaþ, Guler Ýnce, Hamdi Kahraman, Ýbrahim Turgay, Bedriya Aydemir, Baran Demir. Derhêner digot, “ha ji we re hêmayek” li gor wî me prîvîzasyonan çêdikir û lîstikên me wisa derdiketin holê. Carinan me tiþtek nedikir û sal derbas dibû lê me nizanîbû ji bo çi em disekinin…Ev tiþt piþt re bo me bû problem. Ji ber ku me jî dixwest binivîsînin an perwerdeyekê bidin an ji bo lîstikekê derhenerîyê bikin. Me lê nerî ku li Seyr-i Meselê derfetek wisa êdî tune ye; ji bo me pêþî ne problem bû. Lê piþt re Seyr-i Meselê têra me nekir. Me dixwest ji bo hin tiþtan xwe biceribînin. Ez û Mîrza Metin her tim li wê bûn. Me dev ji zaningehê, dev ji karê xwe berdabû. Ew der bûbû mala me. Me dît ku tiþtek naguhere û pêþî Mîrza Metin dev ji Seyr-i Meselê berda piþtî sê çar meh þûn de jî ez jê veqetiyam. Bi rastî jî ev veqetîn ji bo me ne kefxweþiyek bû. Wê demê armanceke me ya avakirina komekê tune bû. Me tenê dixwest em di nav þanoyê de bin. Wê deme Tiyatro Sîmûrg hebû cihê wan hebû. Me ji wan rica kir û me dest bi xebata xwe kir. Me ji xwe re mijarek hildibijart û li ser wê mijarê tiþt diafirandin. Lîstika Reþê Þevê wisa derket holê. Lê beriya wê me Qeþmerên Apoletî amade kir. Lîstîka Destar Theatre a pêþî Qeþmerên Apoletî bû. Kurtelîstikek bû, nêzîkî panzdeh deqeyan dajot. Ji bo mîhricanekê me amade kiribû.
SERDEMA THEATRA DESTAR
Di sala 2008’an meha cothmehê de me Destar Theatre ava kir. Her çiqasî pêþî armanca me ne avakirina komekê jî bûya, em piçekî neçar man. Li derdora me gelek hunermend hêbûn û me dixwest bi hev re tiþtinan biafirinin û sohbetan bikin. Komeke me hebû em li hev dicivîyan û li ser meseleyan em digengeþiyan. Piþtre malbata me jî mezin bû. Me dest bi hin xebatan jî kir û me nihêrî ku waye lîstika Reþê Þevê derdikeve. Tiþtên ku em di nav þanoyê de eciz dikirin, me nedixwest li Destarê heman tiþt biqewime. Hin kesan tiþtin diceriband û li aliyekî jî me atolye birêve dibirin.
Ji 2008’an bigir heta niha jî ez dikarim bibêjim, ez tenê karê þanoyê dikim û debara xwe bi þanoyê pêk tînim. Wek derhêner, weke lîstikvan, weke dramatûrg, weke sazkirina sehneyan…
Rojekê malbata min li malê televîzyonê temaþe dikin. Di televîzyonê de li ser lîstika me nûçeyekî heye. Bavê min ji diya min re dibêje, Ev keçik çiqas diþibe Berfînê. Diya min jî wekî ku nizane dibêje, na yaw, çi karê Berfînê bi þanoyê re heye… Lê ji piþt re pêþkeþvan navê min dibêje. Bavê min hem ecebmayî dimîne hem jî kefxweþ dibe ji ber ku di televîzyoneke tirkî de qala me dikirin.
‘REÞÊ ÞEVÊ’
Ew lîstika me cara pêþî bi awayekî fermî li Wanê li ser sehneya þanoya devletê hatibû lîstin. Lîstik Reþê Þevê bû. Reþê Þevê sê sal hate lîstin. Wê demê em ew qasî nedihatin nasîn û çapemeniyê jî pir zêde behsa me nedikir. Reþê Þevê belkî 150 pencî carî hatiye lîstin. Pêþandanên me pirî caran li Stenbolê li sehneya Su Gosteri Merkeziyê çêdibûn û her carê jî eywan tije dibû. Her carê nêzî 250-300 kes dihatin li lîstika me temaþe dikirin. Piþtre bi daxwaza temaþevanên me yên biyanî me dest bi jornivîsê kir. Di lîstika Reþê Þevê de me dest bi jornivîsa tirkî û îngîlîzî kir û piþt re wiha jî berdewam kir.
Ji bo lîstika Cerbê, bi lîstikvanan re nêzikî þeþ mehan em xebitîn. Me tiþtin diceribandin û hêdî hêdî ceribandinên me bala temaþevanên tirk jî dikiþand. Û me bi lîstika Cerbê re Xelata Lîstika Xweser a Herî Serketî ya Salê (Yilin En Ýyi Ozgun Oyunu*), derhênerê lîstikê Mîrza Metîn bû. Di wê navberê de 2010’an de li Beyogluyê me sehneya xwe ava kir û me navê Þermola Performansê lê kir. Heta dawiya 2016’an li wir me lîstikên xwe lîstin.
DÎSKO 5 NOLU
Piþt re lîstika Dîsko 5nolî. çêbû. Bi rastî jî em ne li hêviyê bûn ku temaþevanên me wê ew qasî biecibînin. Di Reþê Þevê û Dîsko 5 Nolîyê de ji çîrokan bêtir performans berbiçav bû û xebatên me bêtir li ser laþ derbas dibûn. Me li gelek cihan lîst. Li Amedê çar roj li ser hev lîstika Dîsko 5nolî hate lîstin. Em komeke serbixwe bûn û helbet zehmetiya vî tiþtî jî hebû. Lê axir me karê xwe bi tena sere xwe çêdikir. Qet nebe me li gorî dile xwe tiþt in çêdikirin û tiþt in diafirand. Helbet ji bo me ev lîstik ji bo mijarên bi xetere bûn lê tiþtekî ku em jê bitirsin tunebû. Yan na lîstik bi têra xwe polîtik û mîna documenterekê bû.
Di vê navberê de me ji bo beþdarîbûna mîhricanan jî serlêdan dikirin. Wê demê mîhricanek li ODTU’yê çêbûbûya. Me serî lê da lê wan serlêdana me nepijirandin. Ji ber ku hem em pir zêde ne li berçav bûn û li aliyekî jî ji bo þanoya kurdî pir pêþdarazî hebûn. Min bi awayekî jûriya festîvalê qeneh kir û em tevlî festîvalê bûn. Piþtre wan ji me leborîn xwestin. Piþtî vê bûyerê her sal wan telefonî me dikir. Heman tiþt ji bo ÎKSV’yê jî qewimî. Me serî lê dida wan digot na, lê sedem jî tune bû, tenê hincet hebûn. Min ji wan re nivîsî, hûn ji bo çi red dikin? Pîvana we çi ye? Her çiqasî me bi prosfesyonelî serî lê dida jî her tim hinceteke wan hebû. Lê xuya bû ku ji ber zimên nedixwestin û hinceta wan jî “arstistik geçmiþ” bû. Sal derbas bû me dîsa serî lêda. Dîsa gotin na, serlêdana me nepijirandin. Wê salê lîstika Henrik Îbsen a “Boyali Kuþ” (Çivîka Boyaxkirî) hilbijartibûn. Tê de wekî lîstikvan Aydin Orak jî hebû. Min dîsa telefonî wan kir û min got, yanî hûn dixwazin þanoya kurdî jî bila komeke tirkî çêbike? Piþt re sal derbas bû û em bi lîstika xwe ya bi navê “Serencama Qijiþkan” tevlî Festîvala Þanoya ya Stenbolê ku ÝKSV’yê çêdikir bûn. Vê carê hem bêgav mabûn û hem jî rêveberê wan guherîbû. Kesî tiþtek neda me, me bi keda xwe bi dest xist.
‘BRAVO GENÇLER’
Hezkiriyên me hêdî hêdî berbiçav bûbûn. Li Þermolayê di hundirê heftê de me sê caran lîstikek kurdî dilîst. Em di sehneya xwe da xwedî prensîp bûn. Baweriya me ji ber vê yekê hebû, em çiqas bi profesyoneltî tevbigerin temaþevanên me jî ew qasî dihatin wê radeyê. Min zimanê Mîrza fam dikir, Mîrza jî ji zimanê min fêm dikir. Ev tiþt di xebatên me de jî berbiçav dibû. Ne ku me her tim lihev dikir, pirî caran me ji bo lîstikekî þer jî dikir. Lê piþtî wan þeran lîstik çêdibû û rûdiniþt. Karê me bi pistepistê belav dibû. Û bêtîr ji aliyê akademiyan ve dihat hezkirin lê hê jî bawer nedikirin ku kesên ku “alaylî” û lîstikvanên kurd karên bi vî awayî çêbikin. Piþt re digotin “Bravo gençler” û diçûn.
Em di karê xwe de her tim bi rik bûn. Ne li gorî dilê wan, li gorî dilê xwe me karê xwe çêdikir. Ji bo her du alî jî wiha bû, Kurd jî tirk jî. Rika me hêza me xebata me dîtin û dev ji ambargoyan berdidan û dev jî qedexeyan berdidan.
Gava sehneya me hebû helbet her tiþt ji bo me jî hêsan bû. Gava me sehneya xwe ji ber aborî û ji ber hin tiþtên polîtîk girt me lê nihêrî gelek kes me wekî “Þermola Performans”ê bi nav dikin, me jî navê “Destar”ê guherand û wiha berdewam kir, 2016. Piþtî bê sehne manê me dest bi lîstika Balansê kir, ev nebûna derfetan bi rastî jî ji bo me pir zehmet bû.
Niha em li ser projeyan dixebitin. Gava em projeyekê diyar dikin dest bi odetiona (bijartina lîstikvanan) dikin an jî bangewaziyekê didin. Lîstikvan û xebatkarên me bi vî þiklî diyar dibin. Jixwe xebatkarên amadehiyê diyar in. Me di Þermolayê de gelek tiþt diyar kiribûn. Derhêner diyar bû, nivîskar diyar bû, ronahî, asîstan… Bi her awayî bi profesyoneltî em tevdigeriyan û me debara xwe jî bi þanoyê bi dest ve dianî.
DERSDAYÎNA LI ZANÎNGEHAN
Piþtre me biryara perwerdehiya Dramaturjiyê da. Min dixwest ku hinî teoriye jî bibim. Belê, me tiþt in dizanibûn lê têra me nedikir. Piþtre min dest bi hîndekariyê kir û li zanîngeha Kadir Hasê min dersa lîsikvanîyê da. Piþtî Kadir Hasê ez çûm zanîngehên din jî. Tiþtê ku min dikir ne wekî kar bû, perçeyekî min bû. Niha di vê pandemiyê de ez û Mîrza Metîn ji bo þanoya kurdî li ser platformên dijital xebatên online çedikin. Hem li ser lîstikvaniyê hem jî li ser teoriyê em xebatan pêk tînin. Ji her derê xwendekarên me hene. Ji bo ruhiyeta þanoya kurdî ev ji bo min þanaziyek e.
Min pir bêriya lîstikvaniyê û nivîsandînê kiriye lê ji bo derhêneriyê dikarim bibejîm ku ev hêzek û kelecaneke pir xweþ e. Hebûna þanoyê hebûna min e jî. Gava bi þanoyê re eleqedar dibim, bi rastî jî þa dibim. Êþa hêrî mezin a hiþmendiya neteweperestiyê ye ku ew di nav me de tune ye. Ji ber ku hê jî em pê fraksiyonan îdeolojiyan tevdigerin. Hewceye ku kurd êdî xwe biparêzin… Wekî din hêza me, xeyala me, rika me hê jî heye û rê jî li ber me vekiriye. Bê Þano Nemînin!
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Dildar û hunermendekî þanoya kurdî: Ferhad Feqî
- Hafizeya Þanoya Bakur: Kemal Ulusoy
- Þanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaþ
- Çîroka þanogerekî pênaber: Aram Taþtekîn
- Þanoger û pêþmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe