Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin
Diyarname
Nivîskarên kurd Amed Çeko Jiyan, Ayhan Geverî, Çiya Mazî, Faysal Dagli, Ferzan Þêr, Îbrahîm Seydo Aydogan, Îrfan Amîda, Mem Med, Samî Tan hilbijartin nirxandin (Nav li gor rêza alfabetîk me rêz kiriye)
AMED ÇEKO JIYAN: Kurd xwedî li dengên xwe derketin
Ez di serî de vê serkeftina gelê kurd pîroz dikim. Ya rast me kurdan di hemû hilbijartinan de têr û sertêra bendê deng didan lê em nikaribûn li dengên xwe xwedî derkevin. Yanî dengên ku diketin sindoqan û yên jê derdiketin ne yek bûn. Lê vê carê kurd li piraniya dengên xwe xwedî derketin û li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê bûn partiya yekemîn. Hêvî dikim di salên pêþ de li hemû bajarên Kurdistanê bibin partiya yekemîn. Û wekî gotina dawiyê, ez Misirca xwe ji ber rêjeya %82 pîroz dikim.
**
AYHAN GEVERÎ: Ji bo kurdan dewreke nû vedibe
Ji bo kurdan deriyê dewreke nû vedibe, kurdan di siyasetê de mohra xwe li hilbijartinên Tirkiyê da. Ji aliyê dî ve Akpartiyê digel ku partnereke pêvajoya çareseriyê be jî, ji Roboskiyê heta niha gav bi gav dilê kurdan hêla û di encama wê û bi gotinên sar ew ji xwe dûr kirin.
**
ÇIYA MAZÎ: Bi rastî ev þoreþek e.
Bi rastî ev þoreþek e. Ku mirov dibêje þoreþ êdî divê þoreþên klasik neyên bira mirov. Di hiþê mirovan, yên kurdan û pirên gelên din yên Anadoliyê de guherinên pir mezin çêbûne. Gelek tiþtên ku kesî xeyal nedikirin çêbûn. Tifaq û xebatên di cîh de, li gor konjuktura dinyayê û Rojhilata Navîn ketin pratîkê bi vê projeyê û dê bidome jî ev þoreþ, bi rêbertî û serkêþiya kurdan. Ev ne entegreya kurdan bi tirkan re ye; ev berevajî wê, çûyîna ber bi azadiya kurdan û azadiya gelên din e. Xwe bi xwe bi rê ve birina kurdan jî dê bîne. Rêxistinbûna kurdan êdî ya bi mîlyonan mirovî li ser zimên e, pêþbirkê bi gelek dewletan re dike. Êdî li hember vê hêzê dewletên dagirker nikarin rîskê jî bidin ber çavên xwe û fenan bikin. Ji ber ku kurd ji her rewþê re amade û rêxistinkirî ne. Bi peyvê nayê ser, ji nîqaþên teng bêhtir dixebitin bi rih û can. Ev careke din xuya bû û encam da. Êdî hêvî heye ku bi çend teqlê din ev hêz dikare bibe muhalefeta sereke û her tiþtê ku di dilê kurd û gelên din de ew dê bi xwe bike û bêyî mirin û qetliam û bi aþîtî. Êdî li bendî kesî nasekine ev hêz. Pîroz be.
**
FAYSAL DAGLI: Dengên kurdan yên ku çûne AKP'ê, vegeriyane HDP'ê.
Li Tirkiyeyê dema nû dest pê kir. Serdestiya AKP'ê rûxiya. Bi serê xwe nikare hikumetê ava bike û Recep Tayyîb Erdogan jî wê nikare îxtirasên xwe yên þexsî bi cih bîne. Ev ji bo Tirkiyeyê demeke nû ye. Yanî, tevgera Îslamî ku 12 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe, teqrîben hate merheleyeke nû. Sedemên wê yekê jî daxilbûna tevgera kurd ya li siyaseta netewî ya Tirkiyeyê ye. Lê belê lazim e ez vê yekê bibêjim, HDP her çend siyaseta Tirkiyeyîbûnê meþand jî diyar bû ku deng ji tirkan nestandiye, kurdên nava AKP'ê li xwe vegeriyane û dengê xwe dane HDP'ê. Ev pir bi awayekî eþkere diyar e ji ber ku HDP'ê ji CHP'ê û partiyên dîtir deng negirtine. Dengên kurdan yên ku çûne AKP'ê, careke din vegeriyane HD'ê...
**
FERZAN ÞÊR: Hemû partiyên tirkan ji Kurdistanê paqij bûn.
HDP ji Demirtaþ heya hemû hêlên partiya xwe qampanyayeke rengî û xweþ meþandin. Bi taybetî ez dixwazim balê bikþînim li ser xeta Kurdistan û Tirkiyeyê. Li pey hilbijartinê ji bo fikra Kurdistanî sê xalên girîng hene. A yekemîn: Li hemberî kurdan geh li Tirkiyê geh li Rojhilata Navîn û dinyayê Tayip Erdogan hewleke mezin dida. Em vê hewla wî ji Kobaniyê baþ dizanin. Lewma Demirtaþ bi peyva "em ê te nekin serok" re bi xwe bendek danî pêþiya vê yekê. A duyemîn bi serketina HDP'ê re hemû partiyên tirkan ji Kurdistanê paqij bûn. A sêyemîn jî em dizanin ku benda hilbijartinê be ji bo ku kurd nekevin meclisê hatiye sazkirin. Niha tu hukma bendê nema û ev yek ji partiyên din ên kurdan re dibe ku riya parlementoyê veke. Lê hêla HDP'ê ya Tirkiyê jî heye ku hem Demirtaþ hem jî rayedarên tirkan gelek girîngî didin vê xalê û dibêjin "HDP bû partiya Trikiyê." Belê ji bo kurdên rojavaya Tirkiyê partiyeke mîna HDP'ê "tam demokrat" hewce ye. Hewce ye ku em wekî kurdên li rojavaya Tirkiyê hevkariyek bi derdorên demokrat û çepgirên tirkan re saz bikin. Lê divê ew tu carî xumamek daneyne ser pirsgirêka Kurdistanê ku wekî pirsgirêke "demokrasiya Tirkiyê" bê fahmkirin. Dema ez van her du xalan didim ber hev du tabloyeke wiha çêdibe di serê min de: belê tirk ji cemaatê heya kemalistan, ji çepgirên tirkan heya lîberalan raya xwe dane HDP'ê lê wekî ez dixwînim ne biqasî ya kurdan e. Her dem her hilbijartin kurd diruþmên "biratiya gelan, aþtî" bikaranîne lê tu carî ew qas deng negirtine. Dînamîka herî xurt ya ku kir HDP bendê derbas bike tifaqa kurdan e. HDP bi hemû derdoran re hewl da ku hevkariyek bike. Bi gelek derdoran re vê yekê pêk anî, bi hin derdoran re pêk nehat. Û divê em lê zêde bikin, hêrseke mezin di nav kurdan li dijî helwestên dagirker ên Erdogan re rû da ku kurd piþta hev du girtin û bersivek dan Erdogan.
**
ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN: HDP divê dînamîk û hêviyên kurdan ji bîr neke
Çawa HEP'ê bernameya xwe danî ber kurdan û piþtgirî dît, îroj wekî berdewamiya wê HDP'ê heman piþtgirî dîtiye, lê bi gotareke din dipeyive. Hingê, em fahm dikin ku ew deng jî emanet in. HDP divê dînamîk û hêviyên kurdan ji bîr neke. Ez bi xwe jî wekî nûnerê HDP'ê di hilbijartinan de xebitîm û pirr kêfxweþ im ku bend derbas kiriye. Lê ez xema zimanê kurdî jî dixwim. Hêviya min ew e ku HDP tim li ser xeta Kurdistanîbûnê bimeþe. Amed û Mêrdînê bersiva Erdogan da û em hemû bi çalakî tê de xebitîn. Îroj Tirkiye êdî muxtacî kurdan e, dewr guherî, û tirkan jî dît ku bêyî tevgera kurdan nikarin bi AKP'ê. Îttifaqa bi tirkan re divê li ser hesabê me be û heger wiha be, em ê tim piþta HDP'ê bigirin û di nav de bin. ÎKRAM BALEKANÎ: Serkeftina HDP'ê serkeftina hemû Kurdistanê ye Em bala xwe bidin encama Agirî, Dêrsim û Þirnexê em ê bibînin ku hisaba komkujiya Zîlan, Dêrsim û Roboskî hate pirsîn û partiyên pergalê di sandoqê de hatin fetisandin. Wekî din desteka dayîkên Aþtiyên yên Rojhilatê Kurdistanê, hatina heyeta Goran û YNK'ê bo bakurê Kurdistanê, piþtgiriya rojavayê Kurdistanê raxist ber çavan ku ev ne tenê hilbijartinek normal e, ev hilweþandina zihniyeta dagirker e. Lewre serkeftina HDP'ê serkeftina hemû Kurdistanê û serkefina hemû gelan e. Serkeftina projeya birêz Ocalan e.
**
ÎRFAN AMÎDA: Kurdan ji AKP'ê re got nûnerê me ev in
Meseleya hilbijartinê divê ji çend aliyan ve bê nirxandin, ne tenê aliyê HDP'ê û derbaskirina bendê ve.
Berî her tiþtî ez wê baweriyê de me hilbijariitan 2015'an ne tenê hilbjartina Tirkiyeyê bû, hilbijartina polîtîkaya Karên Derve ya Tirkiyeyê bû jî. Ji ber ku têkiliya wê ya bi Kobanî, bi Þengalê, bi Sûrî, Irak û parçeyên din ên Kurdistanê re jî hebû.
Raste rast, ji aliyê gelê Tirkiyeyê, dewleta tirk ve, ji aliyê kurdan ve jî ne tenê hilbijartina Bakur bû, têkiliya bi polîtîkaya Kobanî û Þengalê re jî hebû.
Ez dibêjim dema hibjartinan de HDP li ser zêde ranewestiya jî girseyê ev dizanî; raste rast hilbijartin ne tenê hilbijartina hundirîn e, bi polîtîkaya Rojhilata Navîn re jî girêdayî ye.
Jixwe çeken diþandin ji DAIÞ û Nusra re, derket holê, jixwe kurdan ev dizanîn jî, ji îro pêve jî divê bê deþifrekirin. Derket holê ku rasterast têkiliya Tirkiye û van welatan jî divê ji nû ve bê sazkirin, HDP jî divê li ser raweste.
Ev encam divê ji hêla kurdan ve ji nû ve bê xwendin. Belê kurd, Kurdistan, Kurdistana Bakur bi têra xwe polîtîze bûye; ev gel dikare li hemberî AKP'ê jî HDP'ê jî derê, gel ev yek nîþan da. Gel dixwaze bi vî rengî bibêje ez di warê siyasetê de heme, ez xwedî li aþtiyê derdikevim, kî ji aþtiyê bi reve ez jî jê direvim.
Heta niha AKP'ê digot 'ez li Kurdistanê partiya yekemîn im; ez kurdam temsil dikim', bi awayekî wisa bû jî, Lê êdî ev têk çû, kurdan got 'na, tu me temsîl nakî, temsîliyeta me diyar e û tuyê bi wan re çareser bikî. Êdî kurd xwe temsîl dikin, hilbijartin vê destnîþan dike.
**
MEM MED: Gelê kurd dostên xwe þad dilnexwazên xwe jî ceza kir
Di nava sala dawî de neteweyê kurd gelek qirêjiyên beynelmîlel û a Rojhilata Navîn re rû bi rû ma. Dost û neyar di vê rojê de xuya bû. Bi vê encamê gelê kurd dostên xwe þad dilnexwazên xwe jî ceza kir. Em dikarin rehet bêjin ku kurdan fatûreya Roboskî û Kobanî îro birî. Îro þûnde tu rêxistin û partî yê bi diruþmeyên vala ên 'biratiya olî' û 'biratiya nizam çi' nêzikî kurdan nebin. Kurd bi vê encamê ne bi tenê qedera kurdan û qedera gelên din jî yê tayîn bike. Lê bila kurd û dostên wan qet nerawestin di pêþerojeke nêzîk de yê hilbijartineke din jî çêbibe. Yê hîn bêhtir bibin hedefên tîrên AKP'ê. Ez HDP û kedkarên wê pîroz dikim. Hilbijartina de têk çûn ne qeder bûye ji bo me kurdan. Mala wan ava. Spas ên ev roj ji me nîþandan.
**
SAMÎ TAN: Yekîtiya kurdan bi awayekî zelal derket holê.
Wekî hevserokê HDP'ê jî got ev bersiveke baþ e ji bo AKP'ê, ji bo polîtîkayên wê yên qirêj
Êdî raya giþtî ya Tirkiyeyê jî dixwaze kurdan, nasnameya wan binase, dixwaze kurd bi nasnameya xwe li nav Tirkiyeyê hebin, îro ev yek derket holê.
Ji ermenan, heta suryanî, ereb, tiþtê di bîr û baweriya tevgera kurd de wekî demokrasiya radikal tê gotin, her kes bi nasnameya xwe amade bibe, yekîtiyek li ser pirdengî û pirrengî hebe, serketina îro serketina vê bîr û baweriyê ye. Ev nîþan dide ku li gel ew polîtîkayên yekperestîyê jî gelê Tirkiyeyê ji bo vê vekiriye. Ligel ku sistema perwerdehiyê li ser yekrengî ye jî gel dixwaze bi hev re bijîn. Ev nîþana vê yekê ye.
Vê yekê jî nîþan da ku gelê kurd li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk e û pêþenga demokrasiyê ye. Her wiha bi vê encamê yekgirtin û yekîtiya kurdan jî bi awayekî zelal derket holê.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Der Spiegel: “Sansasiyona kurdî
- Demîrtaþ: Emê bi AKP'ê re koalîsyonê çênekin
- Onder: Teqez e, tu pîrozbahiya me îþev nîn e