Receb Îçen
Navê Ferhad Feqî û ÅŸanoya kurdî her tim li ba hev in. Ew ji salên 1990’î ve di nav tevger û xebatên ÅŸanoya kurdî de, nezî 30 salî her wekî roja ewil ku çawa dest bi ÅŸanoyê kiriye, bi heman hest û armancê niha jî karên xwe yên hunerî didomîne. Niha li Almanya û bêtir li Kurdistanê di hewldanên ÅŸanoyê de cî digire. Bi hebûn û ezmûngeriya xwe ji bo ÅŸanoya kurdî xwedî merîfet e, bi kar û xebatên xwe navekî serkeftî ye ji bo ÅŸanoya kurdî. Bi nasnavê Ferhad Feqî di nav ÅŸanoya kurdî de heta roja me di dehan ÅŸanoyan de wekî derhêner û lîstikvan cî girtî ye. Herî dawî li Åžanoya Bajêr a Amedê bi derhêneriya lîstika Sheakspeare “Xewna Åževekê Havînê” (2019) amade kir û hîn jî ev lîstik li ser sehnê ye…
Bi kurtasî em bala xwe bidin jînenîgariya Ferhad Feqî , di sala 1967’an de li Çewligê tê dinê. PiÅŸtî xwendina dibistana seretayî, diçe Almanyayê. Li wir perwerdehiya xwe diqedîne, dûre dest bi karmendiyê dike. PiÅŸt re dev ji karmendiyê berdide û dest bi lîstikvaniyê dike.
Di sala 1992’yan de, li bajarê Kolnê, bi hevalên xwe re “Teatra Botan” saz dike. Åžanonameya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê amade dikin û piÅŸt re jî lîstika Harold Pinter a bi navê “Zimanê Çiyê” derdixin ser sehneyê. PiÅŸtî ku koma ÅŸanoyê belav dibe Ferhad Feqî li Almanyayê di "Theater an de Ruhr" de wekî lîstikvan dixebite. Ferhad Feqî li welêt û li dervî welêt heta niha di dehan ÅŸanoyan de wekî lîstikvan û derhenêr di ÅŸanoyan de cî girtiye.
Di nav xebatên wî yên ÅŸanoyê de: Li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Åžahiya Xwînî”(2006). Li Åžanoya Bajêr a Amedê lîstika Azîz Nesîn “YaÅŸar ne Heye ne Tune ye”(2008), Åžanoya Åžaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” (2012). Li Stenbolê bi TJN’ê re “Qaîde û Îstîsna” (2016)…
Min pirsî Ferhad Feqî bersivand, werin em bala xwe bidin gotinên wî… Ew wiha qala serboriya karên xwe yên ÅŸanoyê dike:
Gava min dest bi lîstikvaniyê kir, ji bo ÅŸanoya kurdî derketim vê rêyê. Mebesta min ne ew bû ku bibim aktorekî almanyayî. Daxwaza min li ser wê esasî bû ku ez bi zimanê xwe bi rêya ÅŸanoyê ve xwe îfade bikim. Li Almanyayê me bi hevalên xwe re “Teatra Botan” sazkir. Em genc bûn, bêtecrube bûn lê tenê eÅŸqek hebû di dilê me de, ew jî eÅŸqa ziman û welat bû. Di tûrikê me de gelek tiÅŸt tunebûn. TiÅŸte ku hêz dida me ev eÅŸqa baweriyê bû. PiÅŸtî du sê salan, koma me belav bû û ez jî tevlî koma almaniyan (Theater an de Ruhr) bûm. Panzdeh sal zêdetir min li wir xebitîm. Di wan salan de têkiliyên min bi ÅŸanoya kurdî re sist bibûn lê me dîsa tiÅŸtin çêdikir. PiÅŸtî panzdeh salan min dev ji ÅŸanoya almaniyan berda û min berê xwe zîvirand welêt. Ez çûm Duhokê, lîstika F. Garcia Lorcayê bi navê "Åžahiya Xwînî" me çêkir. Lê çavê min li Amedê bû ku ez bêm li wê derê jî tiÅŸtekî çêkim. Xwestekek wiha di dilê min de herdem hebû. Ji xwe berê Duhokê carê çûbûm Amedê bo têkîliyan, lê tiÅŸtek jê derneket. PaÅŸê DBÅžT (Åžanoya Bajarê Mezin a Amedê) carê hatibû tûrneya Almanyayê. Min li wir Mehmet Emin Yalçinkaya naskir. Endamê komê bû. Bi saya wî min karî têkîliyek xurt bi vê saziyê çêbikim. Lîstika ewilîn ya ku min li wir amede kir lîstika Azîz Nesin a bi navê “YaÅŸar ne Heye ne Tune ye”bû. Lê heta wê çaxê jî derhênerek ji derva nehatibû DBÅžT’ê. Ev lîstik di sala 2008’an de li Amedê bi du zimanan derket. Åžert û mercên ÅŸanoya wê demê cuda bû. Cara ewil bû ku min li Amedê lîstikek çêdikir û helbet pirsgirêkên din jî hebûn wekî ku me hev nas nedikir, me ji hev fahm nedikir. Demeke çetîn û zehmet bû, hem ji bo min hem jî ji bo lîstikvanan. PiÅŸtî vê lîstikê têkiliyên min bi ÅŸanoya ÅŸaredariyê re berdewam kir û du sê salan ÅŸûn ve ez dîsa hatim Amedê. Vêca me dest bi lîstika Lorca kir. Min ev lîstik li Duhokê bi navê "Åžahiya Xwinî" çêkiribû li Amedê jî bi navê "Daweta Xwinê" me çêkir. Tenê bi kurdî bû ji xwe ÅŸanoya ÅŸaredariyê jî biryarek wiha stendibû ku tenê lîstikên bi kurdî bilîstina.
PiÅŸtî wê lîstika Lorca, me lîstikek nû amade kiribû lê mixabin ew lîstik derneket ser sehnê ji ber ku ÅŸer derketibû. Xwezî tenê ÅŸanoya me bibûya qûrbana vî ÅŸerî lê mixabin… Lîstik ji aliyê Zana Mazdak ve hatibû nivîsandin. Navê lîstîkê “Don KîÅŸot” bû. Karekî pir balkeÅŸ bû lê çênebû. Ji Swîsrê lîstikvanek hatibû û Don KîÅŸotî dilîst. Ew lîstikvanê ku ji Swîsreyê hatibû li naveroka lîstikê jî dihat. Ji ber ku ew di lîstikê de jî Don KîÅŸot tev xulamê xwe Sanco Pancho yê ji Spanyayê derdikeve û tê li Kurdistanê û dixwaze tevlî têkoÅŸîna kurdan bibe. Mijarekî wisa bû. Mixabin çênebû.
Pêvajoya “Xewna Åževeke Havînê”
PiÅŸtî wê ez hatim 7’emîn Festîvala Åžanoyê ya Amedê û bi hevalên ÅŸanoger re me dîsa hev dît û me biryara lîstika Sheakspeare ku bi navê "Xewna Åževekê Havînê" da. Ji ber ku ew projê ji berê de, di mejiyê me de hebû. Ev proje di salê 2014’an de hazir bibû lê wê çaxê derfet çênebû û wiha mabû. PêÅŸî daxwaza me ew bû ku lîstikvan, ji her çar perçeyên Kurdîstanê bên û tê da cî bigrin. Me dixwest ku bi du sê zaraveyên kurdî ve, ev lîstik binîn ser sehnê lê me lê nêrî ku em nikarin ji bin vî karî rabin. Ji ber vê jî, me dev ji wê biryara xwe berda. Axir me dev jê berda yan na, me yê du sê caran bilîsta û wê lîstikvan belav bibûna. Bi awayekî lîstik jî betal bibûya. PiÅŸtî festivalê me dest bi haziriya lîstikê kir. Åžaredariya Amedê piÅŸtî hilbijartinê dest guhertibû. Me di salona mezin de provayên xwe distend, derfetên me jî rastî gelek bûn; ji aliyê teknîkê de, ji aliyê aborî de her tiÅŸt bi rêya xwe de diçû. Rojekî li otelê me, taÅŸtê dixwim… Min lênêrî ku di televîzyonê de jêrnivîsek derbas dibe lê bala min nekiÅŸand ji xwe deng jî tunebû û hê jî ne li ser hiÅŸê xwe bûm. Ya rast min jî bala xwe baÅŸ nedayê, ji ber ku em dizanin her roj tiÅŸtek diqewime lê min lênêrî ku kesên taÅŸtê dikin bi baldarî li televîzyonê temaÅŸe dikin. Ji niÅŸke ve min bala xwe da televîzyonê û min dît ku kayûmkirina duyemîn hatîye. Me bi vir de, wê de telefonê hev kir û em çi bikin çi bikin… Me lê nêrî ku em li derve ne. Axir wê demê “jêrzemîn”(Sehneya Galeria) hê jî di destê Åžanoya Bajêr a Amedê de bû. Gava kayûmê yekemîn hatibû hevalên ÅŸanoger giÅŸ ji kar derxistibûn û hevalan jî ji xwe re sehneyekî piçûk amade kiribûn. Heman tiÅŸt bi kayûmê duyemîn re jî berdewam bû lê vê carê haziriya hevalan ji berê ve hebû. Åžikir ku ew salon hê jî di destê hevalan de bû.
Ji bê derfetî sazkirina sehneyê
Åžano, lîstikeke mezin bû, çardeh lîstikvanên me hebûn. Sahneyên lîstikê tu lê dinêrî car caran heft heÅŸt kes li ser sehnê bi cî dibûn. Haziriya me hemû ji bo sahneyekî mezin bû. Vêca me ji nû ve dest bi kar kir. Cîhê me pir teng bû, sehneyekî pir biçûk bû lê me dev ji xeyala xwe bernada û me gelek tiÅŸt ji bo vê sehneyê biçûk afirand. Ji xwe karê hunermendan jî ez dibêm, afirandin e. Me bi bawerî karê xwe berdewam kir. Ro bi ro me çarekî dît û di dawiya dawî de me hêza xwe negirt û me xwe di hundirê înÅŸaatê de dît. Di dawiya sehneyê de dîwarêkî ji camekanê hebû me ew dîwar rakir û piçekî din jî kurahiya salonê firehtir bû. Bi çareyên wisa me karê xwe berdewam kir. Bûyeran em qehirandibûn, hêrs kiribû hundirê me, wê hêrsê jî hêz da me, hêza me xurt kir, baweriya me bilind kir. Me kêf jî jê hildigirt. Kêfa ku di vê tengasiyê de me stend, kêfekî taybet bû. Kenê ku ji jar û ji êÅŸê derdiket, kenekî xweÅŸiktir bû.
Di vî karî de tiÅŸtê herî muhim ziman bû ji bo min. Lîstik werger bû lê xwesteka me ew bû ku em wê tekstê bikin a xwe. Heke eleqeya vê lîstikê, naveroka wê û gotinên wê bi me tunebe me yê çima bilîsta? Me dixwest ku temaÅŸevan jî xwe di wê sahne de bibîne. Bi gotinê, bi naverok û bi tevgerê.
Em di ÅŸanogerî ya kurdî de serê xwe pir zêde bi gotinên tekstê ve û bi zimanê tekstê re naeÅŸînîn. Em giraniya xwe bêtir didin aksiyonan, bêtîr didin kostuman, bêtir didin dekoran... Helbet ev pirsgirek ji berê de heye. Di warê ziman de, em gelek caran ji xebatê direvin. Lê di vê lîstikê de ne wiha bû. Ez spasiyek taybet diÅŸînim ji Kawa Nemir re ku ew tekst ew qasî xweÅŸik bi kurdî xemilandibû. Wergera wî destê me sivik kiribû û bi xêra wî, me lîstik anî ser xwestekên xwe. PiÅŸtî lîstikê me dît ku temaÅŸevan ji me re dibêje, “zimanê lîstikê xweÅŸ bû”, ev kêfxweÅŸiyek pir mezin e ji bo min.
Felsefeya Peter Brook
Derfetên me pir zêde tunebûn, mînak me kostum xwe bi xwe çêkir. Åžanogeran ji mala xwe anî yan jî cil û bergên xwe dan hevalên xwe. Hinek kostum me da dirûtandin, bi vî awayî me pirsgirêka kostuman çareser kir. Di ware dekoran de, ji felsefeya Peter Brookî pir hez dikim. Bi salan bû li Ewropayê lîstikvan di bin dekorên mezin de difetisiyan. Hin kesên wekî Peter Brook, xwestin hem lîstikvan, hem jî ÅŸanoyê ji vî barî xilas bikin. Peter Brook di felsefeya xwe de wiha dibêje: TiÅŸtê ku li ser sehnê alikariya lîstikvan nake, ew tiÅŸt ne hewce ye. Ez jî tevlî vê yekê dibim. Di navenda ÅŸanoyê de lîstikvan û lîstik esas e. TiÅŸtên din divê alikariya lîstikvanan bike û wan nefetisîne. Lîstik û lîstikvan bi xwe ne. Di lîstika Aziz Nesîn de jî, di lîstika F.Garcia Lorcayê de jî tunebû û lîstika W. Sheakspearê de jî tiÅŸtekî wiha tunebû. Herçî, di alîkî de jî bêderfetîya me, ji xwe li estetîka me dihat.
Gava me lîstika Aziz Nesîn çêkir temaÅŸevan jê hez kiribû û tahmek jê stendibû lê lîstika Lorca ne gihaÅŸt temaÅŸevanê xwe. Nizanim bo çi, lê ditina min ev e. Mebesta min tu carî wiha nebûye, tiÅŸtê ku ez dikim bila huner a giran be, bilind be. Ez vî karî ji bo bîneran ji bo temaÅŸevanan çêdikim, ne tenê ji bo kêfa xwe ya ÅŸexsî. Di “Xewna Åževekê Havînê” de min her tiÅŸt dabû aliyekî, tenê ev tiÅŸt hebû: Divê ku ew lîstik xwe bigihîne temaÅŸevanên xwe.
‘Ji bo min ÅŸano tiÅŸtekî kollektîf e’
Ev tenê ne keda min bû. Di xebatên berê de, me hev baÅŸ fahm nedikir, lê vê carê ne wiha bû. Belê, wekî navê derhenêr navê min derbas dibe lê her tiÅŸt bi awayekî hevpar hat çêkirin. Ji bo min ÅŸano, di dawiya dawî de tiÅŸtekî kollektîf e. Ez wiha jê kêfê distînim. Di ÅŸanoyê de ez ji peyva derhênerî hez nakim, karên kollektîf bêtir bala min dikiÅŸînin û bêtir hêz dide min, lê di lîstika Azîz Nesîn û F.Garcia Lorcayê de vê prensîbê pir cîhe xwe nedigirt. Wê demê di nav komê de serdestiya derhêneriyê zêde hebû. Ew ÅŸanoya ku derhênar wekî xwestina xwe ÅŸiklê dide her livîn û kirina lîstikvan, ÅŸanoya derhêneriyê ye. Lê dema diktatoriya derhênan çû. Niha her kes devê tûrikê xwe ve dike, tiÅŸtên anîne, datîne ser masê, derhênar, rejîsor jî hewcetî bi çi hebe hildibijêre û bi wan xwarin tê çêkirin. Lê aÅŸpêj dîsan lîstikvan bi xwe ne. Her yek ji wan xwarina xwe dipêje, rejîsor rêberiyê dike ji wan re.
Niha ÅŸanoya kurdî zêdetir li ser estetîkê disekine
Åžanogeriya kurdî ji siyaseta kurdî derketiye. Berhemeke siyaseta kurdî bû û bi salan wiha meÅŸiya. Li ser esasên Ajit-Propê disekinî. Di civata kurdî de ÅŸano beÅŸekî ajitasyonê û propagandayê bû. Di ÅŸanoya Ajit-Propê de, tiÅŸtê herî muhîm peyam û slogan in. Estetîk ew qasî ne muhîm e.. Di cihanê de lîstikên Ajit-Prop ji tunebûna hacetên propaganda û ajîtasyonê derketin. Televîzyon tunebû, rojname kêm bû, medyaya civakî tunebû… Ji ber vê yekê jî, lîstikên Ajit-Prop cihê wan tiÅŸtan digirt û partiyên siyasî bi komên ÅŸanoyê re, xwe digîhand xelkê; lê niha ne wiha ye. Ji bo propaganyê, îmkanên hereketên siyasî, bi têra xwe hene. Televîzyon hene, rojname hene, medyaya civakî heye... Di serî de, ÅŸanoya kurdî zêdetir ÅŸanoya ajitasyon û propagandayê bû. Ev tiÅŸt hebû lê niha xelas bû. Zêdetir li ser estetikê disekine. Ji bo ÅŸanoya kurdî pevajoyekî baÅŸ e. Huner ne tenê tiÅŸtê ku em dibêjin e. Du pirsên me hene di ÅŸanoyê de: Tu çi dibejî? Tu çawa dibêjî? Carina "çawa dibejî" ji "çi dibêjî" muhimtir e. Bi salan ji bo me, em "çi dibêjin" muhîm bû. Ew pêvajo guherî û niha em behsa "çawa bibêjin"ê dikin.
‘Ez hez dikim pirsan bikim serê bîneran’
Bi ya min çêkirina komediyê, bi tena serê xwe aksiyoneke polîtik û siyasî ye. Di vê atmosferê de, di vê deprosyênê de heke tu kêfa temaÅŸevanê xwe bînî, ew jî bi ya min tevgereke polîtîk e. Ez bi vî çavî lê dinêrim. Lê di xebeta lîstika me de “çi dibêjî” ĵî muhîm bû. Bes em gotinên xwe wekî slogan nabêjin, tilîya xwe wekî mamosteyekî hilnadin û peyaman nadin bîneran. Di gotinên me de, di estetîka me de gotinên “veÅŸartî” hene, û kî bixwaze dikare wana gor xwe bibihîse, bibîne. Yanê çawa di xwendinê de “bintekst xwendin” heye, lîstika me jî bintekstekî xwe heye. Ez naxwazim temaÅŸevanan hutî, fêrî rastiyekî bikim. Rastiya her kesî bi xwe heye, ji xwe. Ez hez dikim pirsan bikim serê bîner û ew bixwe bigihîÅŸe rastîyekî din. Mîsal, hetan niha bi vî çavî mêze vî tiÅŸtî dike... ez hez dikim, pencerekî jêre vekim, da ku bikare bi çavekî din li wî tiÅŸtî binêre.
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Hafizeya Åžanoya Bakur: Kemal Ulusoy
- Åžanoyek û Serpêhatiyek: Umît AktaÅŸ
- Çîroka ÅŸanogerekî pênaber: Aram TaÅŸtekîn
- Åžanoger û pêÅŸmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe