• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

Dîrok : 21 04 2015 | Beþ :

Cemil Oguz

Ji bo eÅŸkerekirina danezana hilbijartinê HDP'ê li Stenbolê civînek li dar xist. Di civîna ku li Navavenda Çanda Mustafa Kemal li dar ket de Hevserokên HDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ û Figen Yuksekdag beÅŸdar bûn û danezan eÅŸkere kirin.

Hevseroka HDP'ê Yuksekdag got ku em bang li hemû civaka Tirkiyeyê dikin ku bikevin nava vê danezanê, ji ber ku di vê de hemû Tirkiye heye.

Hevserokê HDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ got ligel vê danezanê ji dêvla tirsê dê hêviya HDP'ê cih bigire.

DemirtaÅŸ diyar kir ku ji bo yekzilamî, siltanî û serokdewletî cih nîn e, ji dêvla vê xweîfadekirin heye, emê vê derê bikin bexçeyê kulîlkan, werin hûn jî tixumek li vê bexçeyê biçînin.

Di civîna ku DemîrtaÅŸ bi henekên xwe reng dida de danezan hate eÅŸkere kirin. Dema beÅŸa jinan hate xwendin, DemirtaÅŸ gotina, "Em li vir li cem we ne. Ji nav salonê ji yek du mêran dengê nerazîbûnê hat, lê em li vir in", dema li ser Wezareta Karên Diyanetê hat axivîn, DemirtaÅŸ gotina "Emê erebeya meqamê yê serokê diyanetê çi bikin? Me xeber neda." Dema ku dem hat dê rojnameger pirsan bipirsin jî DemirtaÅŸ gotin avêt ber rojnamegeran û rexne li hikumetê kir: "Berî hûn pirsa xwe bikin, navê xwe, saziya hûn lê dixibitin û navnîÅŸana xwe zelal bibêjin!"

Di danezana hilbijartinê ya HDP'ê de gelek xalên balkêÅŸ hebûn. Vane hin xal:

- Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û hemû saziyên berhemên Derbeya 12'yê Rezberê dê bêne belavkirin. YOK (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) dê bê betalkirin.

- Walî jî di nav de hemû rêveberên herêmî dê bi hilbijartinê bêne ser kar. Tirkiye li gor xweseriya demokratîk dê bê birêvebirin. Pergala hevserokatî dê bê pêÅŸxistin û Hevserokwezîrî jî dê bê çêkirin. (li ser pirsa dê çawa be, DemîrtaÅŸ mînaka Îsveçê da ku ew der ji aliyê komîteyek ji 7 kesî pêk tê ve tê bi rê ve birin û ji nav wan her sal yek tê hilbijartin û ew bi rê ve dibe)

- 10 Xalên Lihevkirina Dolmabahçeyê tê qebûlkirin.

- Komîsyona Heqîqetê dê bê avakirin, ewê li ser komkujî, înfaz û windayan bisekinin.

- Pergala cerdevanê dê bê betalkirin, cerdevan di karên din de dê bêne peywirdarkirin.

- Di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê ji bo gel pêÅŸeroja xwe ya siyasî bi xwe bi awayekî azad diyar bikin emê bixebitin. Li Rojhilata Navîn ji bo xurtikirina têkiliyên çandî, civakî û aborî xurt bibin emê bixebitin.

- Ji bo parastin û pêÅŸxistina hemû çand û nasnameyan emê bixebitin.

- Ji bo jinan dê Wezareta Jinan bê ava kirin.

- Ji bo jinan perwerdehiya bê pere, perwerdehiyeke baÅŸ û ya bi zimanê zikmakî dê bê dayîn.

- 8'ê Adarê dê bibe roja fermî û betlaneyê.

- Ji bo jin bixebitin dê li her taxê kreÅŸ hebin. Ji bo zarokên wan kreÅŸên ku 24 saetan xizmetê dikin bêne vekirin û xizmet dê bi zimanê zikmakî bê dayîn.

- Pergala 4+4+4 a perwerdehiya Tirkiyeyê dê bê betalkirin.

- Ji bo hemwelatiyên astengdar dê 'Wezareta Astengiya ji Holê Radike' bê avakirin.

- Ji bo ciwanan Wezareta Ciwanan bê avakirin.

- Her ciwanê temen di navbera 15-25'an de dê mehê 200 TL pere ji bo heqê rê û tiÅŸtên wisa bigire, ji bo ciwanan dê Qerta Jiyana Ciwan bê derxistin, ev qert li her derê welat dê derbas bibe, ciwan bi vê bê pere dê bikaribin herin muzeyan jî.

- Girtiyên nexweÅŸ di cih de dê bêne berdan, girtîgehên zarokan dê bêne girtin. Ji bo zarokên ber bi sûcê ve hatine dehfdan dê navendên perwerdehî û piÅŸtgiriyê bêne vekirin.

- Yên nexwazin leÅŸkeriyê bikin dê neçin leÅŸkerî, bixwazin li saziyek ew diyar bikin de de kar bikin.

-HDP ji hemû komkujiyan dê li ser navê dewletê lêborînê bixwazin.

- Li her derê dê înternet hebe, ciwan bê pere dê bikaribin xwe bigihînin înternetê.

- Mafê dengdayînê emê daxin temenê 16'an, mafê hilbijartinê jî daxin 18'an.

- Elekrtîrk, ava dê bê pere bidin malan (heta mîqtarek) û kesên mala wan tune di kirê de ne, dê 250 TL alakîra ji bo vê yekê bidin wan.

- MeaÅŸa herî hindik a mirovan dê 1800 TL be û emê bacê ji vê negirin.

- Dema xebatê li Tirkiyeyê rojane dê bibe 7 saet. Heftane her kes dê 35 saet bixebitin.

- AVM dê li navenda bajêr êdî neyên çêkirin.

- Ji bo cotkaran, dê bac ji mazotê wan neyê girtin. Av û elektrîk dê ji bo cotkaran bê pere be. Deynên elektrîkê yên gundiyan dê bêne betalkirin.



Hûn dikarin li van jî binêrin