• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Portreya rastî 29 salên bêedaletiyê hatiye

Dîrok : 24 08 2023 | Beþ :

Diyarname

Kesekî bifikirin ku 29 sal in girtî ye lê berdan. Hiqûq mafê berdanê dide, ji bo berdanê parêzer serîlêdanê dikin lê ev serîlêdan wan jî tê redkirin. Em qala helbestvan Îlhan Samî Çomak dikin. Vê mehê bila portreya me ew be. Werin em ji serî dest pê bikin.

Îlhan Samî Çomak kî ye?

Îhan Samî Çomak di sala 1973'yan de li navçeya KanîreÅŸa Çewligê hatiye dinê. Navê wî Îlhan Çomak e, lê piÅŸtî mirina birê xwe Samî, navê wî jî dixe nav navê xwe û êdî wekî Îlhan Samî Çomak bikar tîne. Ew piÅŸtî xwendina xwe ya seretayî û navîn, ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê. Li Zanîngeha Stenbolê BeÅŸa Erdnîgarî dixwîne. Dema li vê zanîngehê xwendekar e tê binçavkirin. PiÅŸtî îÅŸkenceyên giran tê girtin.

Îdîa ev e, "Li ser navê PKK'ê daristan ÅŸewitandine", "Di nav xebatên cudaxwaz de cih girtiye", "Li Licê di nav pevçûna çekdarî de cih girtiye". Bi îdîayên bi vî rengî bi salan li DGM'ê (Dadgeha Ewlekariya Dewletê) tê darizandin. PêÅŸî cezayê îdamê didinê, dûre wê veguherînin cezayê muebettê.

DMME'YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR

Dadgeha Bilind di sala 2000'î de cezaya wî erê kir. Çomakî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME'yê di sala 2006'an de bi gotina, "li DGM'ê ji aliyê dadgerekî leÅŸker ve hatiye darizandin, ji ber vê yekê darizandineke adilane çênebûye" biryar girt. DMME'yê cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî û xwest ji nû ve ew bê darizandin.

PIÅžTÎ 8 SALAN DARIZANDINA NÛ

Tirkiyeyê di cih de ev biryar neanî cih, lê piÅŸtî 8 salan, di sala 2014'an de dozê ji nû ve da dest pê kirin. Roja 16'ê rêbendana 2014'an, 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran dawaza ji nû ve darizandina Çomakî mafdar dît û roja 11'ê adara 2014'an Çomak dîsa li pêÅŸberî dadger bû. Parêzeran xwest bila ew serbet bê berdan û bi vî awayî darizandin bidome, lê dadgehê qebûl nekir. Dadgehê dîsa cezayê muebetê lê birî. Ligel ku li ber destên Dadgeha Bilind tu delîl nîn bûn jî ev ceza ji nû ve erê kir.

XALA 5275'AN MAFÊ BERDANÊ DIDE LÊ...

Ev 29 sal in Çomak girtî ye. Li gor xala 105/A ya zagona bi hejmara 5275'an yên ku 29 salên xwe li girtîgehê temam bikin divê bêne berdan. Li ser vê xalê parêzerên Çomak ên bi navê Hakan Bozyurt û Cafer Çakmak serî li Midûriyeta Girtîgeha Sîlîvrî dan û xwestin Çomak bê berdan. Li gor parêzeran Çomakî roja berdana Çomakî 21'ê gelawêja 2024'an e, lê salek maye û divê ji xala "serbestberdana di bin çavdêriyê de" bê berdan. Ji bo vê yekê xwestin roja 21'yê gelawêja 2023'yan ew bê berdan. Lê roja 24'ê gelawêjê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Parêzerah ragihand ku dê îtîrazê bikin.

 

11 PIRTÎK NIVÎSANDIN

Helbestvan Îlhan Samî Çomak li girtîgehê nivîs nivîsîn, helbest nivîsîn û ew bûn pirtûk. Heta niha 11 pirtûkên wî derketine. Li aliyê din wî bi helbestên xwe heta niha gelek xelat jî girtine. Çomak bi tirkî pirtûkên xwe dinivîse.

Hin pirtûkên wî ev in: "Gunaydin Yeryuzu" (RojbaÅŸ Rûerd), "Geldim Sana" (Hatim Ba Te), "Açik Deniz" (Behrê Vekirî), "Karinca Yuvasini Dagitmamak" (Nebelavkirina Hêlîna Morî), "Hayattayiz Nihayet" (Di dawiyê de em li jiyanê ne) û "Hayat Seni Çok Seviyorum" (Jiyan ez pir ji te hez dikim).

ENDAMTIYA RÛMETÊ Û HIN XELAT

Navê Çomak li dinyayê belav bûye. Li ser pêÅŸniyaza Komîteya Nivîskarên Girtî, Pena Norwecê ew wekî Endamê Rûmetê li cem xwe qeyd kir.

Çomakî sala 2019'an di 4'emîn PêÅŸbaziya Helbest û Çîrokê ya Ked-Berxwedan a Sennur Sezer re bi helbesteke xwe xelata yekemînî girt 

Di sala 2022'yan de, 15'emîn Xelata Helbestê ya Metin Altiok ji bo pirtûka wî "Hayattayiz Nihayet" dan Îlhan Samî Çomakî. Di bin Serokatiya Dogan Hizlan de endamên juriyê Hilmi Yavuz, Eray Canberk, Åžukru ErbaÅŸ, Ali Cengizkan û Haydar Ergulen bi yek dengî pirtûka wî hêjayî xelatê dîtin.

Lîstika "Hayat Senî Çok Seviyorum" ku Çomakî nivîsandibû îsal ji di 5'emîn Xelatên Åžanoyê yên Ustun Akman de "Xelata Lîstika Herî Serketî ya YêrLî" hat hilbijantin.

Di meha adara 2023'yan de helbesteke Çomakî ya bi navê "Nihayet Hayattayiz" ligel wergera wê ya îngilîzî li dîwara Metroya Londona Îngilistanê daliqandin.

Erê, tam bi temamî bû 29 sal in girtî ye û li hundir jî afirandina xwe didomîne. Erê divê bê berdan, lê hê jî girtî ye.


Wêneyek girtîgehê...

Hûn dikarin li van jî binêrin